Jinên Geverê ji bo parastina taxên xwe barîqatan çêdikin
09:06
Hulya Okalîn /JINHA
COLEMERG - Li navçeya Gevera Colemêrgê pîştî rêveberiya xweser hate îlan kirin welatiyan ji bo parastina taxên xwe xendek çêkirin û destûr nadin ku hêzên dewletê di taxên wan de serweriyê bike. Jinên Geverê ji bo dewlet nekeve taxên wan ketin nav liv û tevgerê û barîkatan çêdikin.
Di meha tebaxa 2015’an de li gelek deverên Bakûrê Kurdistanê gelê kurd rêveberiya xweser îlan kir û gelê kurd ligel hemû êrîş û komkûjiyan berxwedana rêveberiya xweser bê navber berdewam dike û li hemberî dewletê têdikoşe. Gelê Geverê jî piştî Sur, Cizîr, Sîlopiya, Farqîn û gelek hereman rêveberiya xweser îlan kir û desthîlatdariya dewletê red kir. Piştî gelê navçeya Geverê xweseriya xwe îlan kir êrîşên hikûmeta AKP’ê li ser gel di asta herî jor de zêde bûn û berxwedana gel jî di asta herî jor de bedewam dike.
Li navçeya Gevera Colemêrgê pîştî rêveberiya xweser hate îlan kirin welatiyan li 11 taxan xendek vekirin û destûr nedan ku hêza dewletê di taxên wan de serweriyê bike. Li hemberî vê yekê jî hêza dewletê wesayîtên zirxî, leşker û tîmên taybet sewqî heremê kirin, bi top û tangan êrîşê berxwedana gel kirin û xwestin bi komkujiyê berxwedana gel bişkîne. Gelê Geverê bi vînek mezin li dijî hemû êrîşên tîmên taybet bi rojan li ber xwe dan û kolanên xwe terk nekirin.
Bi polîtîkayên goçê tên meşandin
Piştî li Geverê li 11 taxan rêveberiya Xweser hate îlankirin, bi sedan êrîş li ser taxên xweser hatin kirin û di encama van êrîşan de 14 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Dema ku dewletê berxwedana gel neşîkand û xendekan derbas nekir polîtîkayên cuda yên derunî ser gel dan meşanadin. Çawa ku di salên 1992-93’an de polîtîkayên qirêj bi zorê gund valekirin, niha jî bi heman hişmendiyê navenda Geverê vala bike û bi zorê gel goç dike. Lê gelê Geverê rê nedan van polîtîkayan û dev ji tax û malên xwe bernanin û li hemberî hemû polîtîkayan liber xwe didin.
Asayîş ji jinan tê pirsîn
Keç û xortên Geverê jî ji bo rê nedin êrîşên hêza dewletê Yekîneyên Parastina Sîvilan (YPS) û Yekîneya Parastina Sîvilan ya Jinê (YPS-JIN) avakirin û li hemberî dewletê li ber xwe didin û asayîşa navçeyê ji YPS û YPS- JIN’ê tê pirsin. Berxwedana ku bi pêşengiya jinan tê meşandin di berxwedanê de cihê xwe girtin û ji bo parastina tax û navçeya xwe ketin nav lîv û tevgerê.
Jin ji bo dewlet nekeve taxên wan barîqatan çêdikin
Dayikên ku zarokên wan pîştî xendekan berxwedanek bêhempa didin meşandin milên xwe hildan û piştgiriyê didin berxwedêran. Jinên Geverê ji bo rê li hêza dewletê bigirin torbeyan dijî xîz dikin û bi kevîran barîqatên di ketina taxê de çêdikin. Jinên ku dest bi çêkirina barîqatan kirin diyar kirin ku ev bi tu awayî destûrê nadin dewlet bikeve taxên wan. Jinan anî ziman ku ji dîrokê heya niha her tim dibin zilma dewletê de dijin, êdî destûr nadin ku dewlet li ser wan zilmê bide meşandin û serweriyê bike.
(zt)