Jinên êzidî êdî di bin navê YJŞ’ê de xwe birêxistin dikin

11:18

JINHA

ŞENGAL – Yekemîn Konferansa YPJ-Şengalê hat lidarxistin. Di encama konferansê de navê YPJ-Şengalê bi navê Yêkîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) hat guherandin. Di konferansê de hat diyar kirin ku YJŞ dê wek artêşa parastina jinan xwe birêxistin bike û ji hemû çeteyên DAIŞ’ê, rêxistinên xwedî hişmendiya mêrê serdest û hewd tolê hilîne.

Yekiniyên Parastina Jin-Şengal (YPJ-Şengal) encama yekemîn konferansa xwe ya ku di 12-13 sibatê de lidarxistî bi raya giştî re parve kir. Konferans bi tevlibûna 115 delege, 30 şervanên YJA-Star’ê û endamên Meclisa Gel a Şengalê, gelek jinên Kampa Newrozê û 20 guhdaran ve hat lidarxistin. Di beyanameyê de wiha hat gotin: “Konferansa me li ser şîara ‘bi parastina cewherî xwe azad bike û dawî li fermanên komkujiyan bîne’ hat lidarxistin. Çiyayên Şengalê ango wargeha Derwêş û Edûleyê careke din şahidiya pêngavekî dîrokî kir. Li hemberî rûyê çeteyên DAIŞ’ê yê tarî û qirêj, bangawaziya têkoşîna bi rûyê azadiyê û pîrozbahiya baweriyê li tevahiya jinên êzidî dike. Niha jinên êzidî ji her demê bêhtir xwedî rêxistinî, zana û bi îdia ne.”

'Jinên êzidî li hemberî êrîşan xwe bi rêxistin dikin’

Di beyanameyê de hat destnîşankirin ku civaka êzidî bi hezaran salan e tevî hemû cûreyên êrîşan jî dest ji baweriya xwe bernedaye û ev tişt hatin gotin: “Lê sedsala me careke din şahidiya fermanekî giranbuha ya li ser gelê êzidî kir. Komkujiya rêxistina terorîst a DAIŞ’ê ya ku ji aliyê hêzên navneteweyî hatiye avakirin û bi serê gelên Rojhilata Navîn bûye bela, bi têkoşîna Şervanên Azadiya Kurdistanê, vala hat derxistin. Bi berxwedana gerîlayên HPG û YJA - Starê re çeteyên DAIŞ’ê li Çiyayê Şengalê têk çûn. Di vê demê de gelê Êzidî û jinên êzidî hatin bahev û rêxistina xwe ava kirin. Li hemberî komkujiyên hemû hêzên paşverû, avakirina artêşek gel û rêxistinkirina civakê mijara herî sereke bû. Di vê pêvajoyê de hêzên me xwe di bin navê YPJ-Şengalê de birêxistin kir û ji aliyê hêjahî û çendanî de bihêz kir û serkeftinên mezin bidestxistin.”

Di berdewamiya beyanameyê de ev tişt hatin gotin:

Li ser vê erdnîgariya ku jin herî zêde bê parastin û bêhêz hatî hiştin, li herêma ku di bin şerên artêşên mêra de bedelên giran jin didin de, êdî em wek jinên vê erdnîgariyê dibêjin ‘bes’ e. Em êdî tu revandin, kirin û firotin, kuştin û hemû tundiyên li ser jinê qebûl nakin. Em êdî jiyanekî ku di bin tundiya nêzikatiya hişmendiya mêr de, red dikin. Em êdî li hemberî hemû rolên ji bo me hatin dayîn, koletiyê û malbûna mêrê serdest, serî radikin. Em di çarçoveya azadî û edaletê ya ku cewhera baweriya êziditiyê îfade dike, de xwe birêxistin dikin.

Hêza parastina cewherî ya jinên êzidî: YJŞ

“Yekemîn konferansa YPJ-Şengalê bi dawî bû. Di konferansê de berxwedana salekî, asta rêxistinbûyîna YPJ-Şengalê hat nirxandin û planên nû hatin amade kirin. Konferansa me têkoşîna jinên Bakur yên ku li hemberî faşîzma Tirkiyeyê li berxwe didin silav dike û diyar dike ji bo hemû alîkariyan amade ye. Bi berxwedana her çar parçeyên Kurdistanê êdî sînor hatine rakirin û bi têkoşîna jinên kurd re jî êdî azadiya Kurdistanê mîsoger bûye. Em wek hêza berxwedêr a jinên Şengalê bi armanca diyar kirina erkên xwe û pêwistiya jinûve pênase kirina nasnameya xwe, navê rêxistina xwe diguherînin. Ji bo sala nû em dê têkoşîna xwe bi navê Yêkîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bidomînin.”

'Azadiya Rêber Apo dê têkoşîna me ya bingehîn be’

“Me têkoşîn, tecrûbe û nirxên şervanên jin ên azadiya Kurdistanê de hat afirandin wek mîrasê qebûl dikin. Di encama konferansê de ‘rêxistinbûyînek xweser, bi feraseta parastinê re pêşîgirtina fermanan û mezin kirina artêşê’ wek hîn biryaran hatin qebûl kirin. Her wiha di çarçoveya paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadiyê jinê esas digire de, em dê Êzidîxana azad ava bikin. Her wiha azadiya Rêber Apo ku xwe weke şervanê azadiya jinê pênase dike, dê bibe bingeha têkoşîna me.”

'Me soza rizgarkirina jinên dîl hatin girtin da’

“Me soza tolhildana jinên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin kuştin, tecawîz kirin, revandin û li bazaran hatin firotin, da hemû jinên cihanê. Ev tolhildan jî wek armanca herî bingehîn a rêxistina me hat esas girtin. Yêkîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ku li Çiyayê Şengalê wek artêşa parastina jinên Şengalê xwe birêxistin dike, dê ji hemû rêxistinên xwedî hişmendiya mêrê serdest, yên ku jinê kolê dikin û tundiyê li ser dikin, dê bibe amûra tolhildanê. Li tevahiya jinên êzidî, jinên Kurdistan û Rojhilata Navîn û mirovên demokratîk pîroz be. Bijî YJŞ, bijî Êzidîxana azad û bijî jina azad”

(bd)