Li kolanên Nisêbînê yên azad zarok sitrana Zana û Andok dibêjin
11:19
JINHA
MÊRDÎN – Li Nisêbîna ku li hemberî êrîşên hêzên dewletê bi berxwedanê jiyana azad tê raçandin, zarok bûne xemla kuçeyan. Kolanên çapemeniya şer vala nîşan dide ji xir û cira zarokan û lîstokên wan xelas nabe. Li navçeyê kolan jî zarok jî azad in.
Taxên berxwedanê yên navçeya Nisêbîna Mêrdînê li hemberê êrîş û dorpêça hêzên dewletê jiyana azad diraçîne. Ligel êrîş û dorpêçê polîtîkayên valakirina Nisêbînê jî tên meşandin. Ligel proagandaya medyaya AKP'ê û hemû êrîşan jî kolanên Nisêbînê bi jiyanê rengîn in. Zarokên ku di bin êrîşên hêzên dewletê de li nava kolanan bi xir û cirên xwe û lîstokên xwe jî bûne rewşa kolanên berxwedanê. Gelek zarok jî di nava berxwedana li hember êrîşên dewletê de stranên şoreşgerî hîn bûne û li pey barîkatan dengên xwe yên zelal stranan stirin.
Zarokên cêwî jî azad şîn dibin
Li Taxa Kanîka malbata Ozer jî li hember êrîşên hêzên dewletê berxwe dide. Zarokên cêwî Marîa û Melîsa yên malbata Ozer bûne rewşa kolanan û di nava berxwedanê de mezin dibin. Piştî tax ji aliyê hêzên YPS’ê ve hat parastin zarokên cewî yên malbata Ozer jî bi awayek azad li kolanên berxwedêr de şîn dibin.
Kolan bi navê Raperîn tê nasîn
Li heman taxê zaroka bi navê Raperîn ya ku bi dest pê kirina raperîna Rojava ji dayik bûyî û navê xwe jî ji wir standî rewşa taxê ye. Her wiha kolan bi navê Raperîn tê naskirin û li ser diwarê avahiya xwe jî navê xwe bi rengên kesk û sor û zer daye nivîsandin. Raperîn di heman demê de bi gotina stranên xwe yên şoreşgerî jî tê nasîn.
Ji YPS'yiyan hez dike
Raperîn gelek ji endamên YPS’ê jî hêz dike û her tim di nava wan de ye û ji wan re stranan distire. Stranên herî zêde Raperîn jê hêz dike jî strana Zana û Andok e. Hemû kolanên taxê yên ku çapemeniya şer vale nîşan dide ji xir û cira zarokan xelas nabe. Zarok jî di nava barîkatan de xwe azad dibînin û her kolanen ku ji dorpêça wesayîtên zirxî hatî paqij kirin di bin dorpêça lîstokên zarokan de ye.
(ozp/zt)