Li Silopiyayê welatî birînên xwe dipêçin
11:42
JINHA
ŞIRNEX – Li Silopiyê ku 34 rojan êrîşên hêzên dewletê pêk hat, gel bi derfetên xwe birînên xwe dipêçin. Li navçeya ku 462 mal hatiye asta êdî ku nikare bê bikaranîn, ji 3 hezarî zêdetir malên ku xisar dîtine hene. Xebatên gel û yên şaredariyê li gel hemû bêderfetiyan berdewam dike. Dewlet jî li 4 taxan ku 4 dibistanan kir qereqol xizmetê(!) pêk anîn.
Hikûmeta AKP’ê ku li dijî berxwedana rêveberiya cewherî yên li Kurdistanê di 14’ê kanunê de êrîş li Cizîr û Silopiya Şirnexê da destpêkirin, li Silopiyê 37 rojan berdewam kir. Di êrîşên hêzên dewletê de ku bi tang û topên giran pêk anîn 30 welatî jiyana xwe ji dest dan. Li navçeya ku bi awayekî qismî “qedexeyên derketina derva” hatine rakirin, qedexe saest di 18.00’an de dest pê dike û heta 05.00’ê sibê berdewam dike. Li taxên Başak, Şehîd Harun, Nuh, Karşiyaka, Barbaros, Yenîşehîr, Cudî û Yeşîltepe binesazî bi kiştî ji holê hatiye rakirin.
Mal tên restorekirin
Dema mirov dikeve taşa Nuhê mirov dibîne ku ji ber êrîşên hêzên dewletê yên bi tang û topan xanî hemû hilweşiyane. Her çiqas niştecihên taxê birînên xwe bi xwe bipêçin jî hêjî navçe di bin bandora êrîşan de ye. Li taxa nûhê welatiyê bi navê Kasim Elçî (56) tevî keçên xwe û hevjina xwe mala xwe ya ku ji du odeyan pêk tê hewl dide restore bike. Dîwarên ku hatine hilweşandin hewl dide bi derfetên xwe çêbike.
Mala ku 20 kes tê de dijîn di bin enkazê de ne
Yek ji taxên ku herîz êde rastî êrîşa hêzên dewletê jî hat taxa Başakê (zan) ye. Li vê derê ji ber êrîşan mala ku zerarê nedîtibe tune ye. Mala Ahmet Nutem (57) beriya ku bê hilweşandin ji ber êrîşan hatiye şewitandin. Ahmet anî ziman ku beriya ku êrîş dest pê bikin ew di malê de 20 kes jiyane û 5 rojan di bin êrîşên bi dang, top û gelebaranê de derbas kirine. Ahmet da zanîn ku dê ew ê ji taxa xwe dernekeve. Ji mala me 18 kes çûn gel xizmên me, ez û hevjina xwe niha tenê li vê derê ne.
Zarok jî rû nadin polîsan
Li Silopiyê ji bilî zerarên madî yên derûnî jî pêk hatiye û li her serê koşeyeke tîmên taybet bi rûpyên xwe yên rûpoş û çekên xwe radiwestin. Tişa ku balkêşe jî ji ber ku gel ji polîsan dûr disekine, polîs hewl didin ku bi zarokan re bikevin têkiliyê. Tîmek taybet ku ji zarokek pirsa “tu mezin bibî tuyê bibî çi, tu dixwazî bibî polîs?’ ku pirsî zarok bersiva wî da û got “na”.
Xizmeta dewletê ya yekem 4 dibistanan kir qereqol!
Xebata dewletê ya yekem jî dema mirov li taxan digere dibîne. Li taxa Zapê Dibistana Seretayî ya Sevgî, li taxa Barbarosê Yavuz Sultan Selîm, li taxa Karşiyakayê Dibistana Seretayî ya Fatîh, li taxa Nûhê Dibistana Navîn a Cumuhriyetê vegerandine qereqolan.
462 mal di rewşa ku welatî nekarin bi kar bînin de ne
Piştî êrîşê xebatê tespîtkirina xesarê destpêkê Şaredariya Silopiyê pêk aniye. Piştî Şaredariyê jî Midûryeta Piştevanî û Alîkariyê ya Civakî pêk aniye. Di xebatên tespîtkirina xesatê de di dema êrîşên hêzên dewletê ya 34 rojan de 462 mal hatine rewşa ku êdî welatî nekarin bi kar bînin. Ji bilî wê binesazî bi giştî hilweşiyaye. Hevşaredar Seyfettîn Aydemir, da zanîn ku hemû şaxên wan xebatên binesaziyê danîne pêşiya xwe û dewstêkê wê dikin û wiha got: “Li hin taxan me pirsgirêka avê çareser kiriye. Li hin cihan jî xebat berdewam dikin. Pergala kanalîsasyonê j îme hinek çêkiriye. Di xebatan de tenê pirsgirêkek me heye ew jî, dewlet xebatên me terorîze dike. Em hemû xebatên xwe demildest dikin û hewl didin ku di demeke kurt de pirsgirêkên welatiyan çareser bikin.”
(kom/zt)