'Dayîka Fatma navê berxwedana jinên kurde'

12:22


JINHA

AMED - Fatma Ateş a ku li Surê dayîka berxwedanê bû, di tevahî jiyana xwe de ji bo azadiya gelê kurd tekoşîn kir û digot; "Heta yên li gel min jî dernekevin ez dernakevim." Yên li gel wê jî gotin; "Wê cesaret da me hemûyan."

Yên ku Fatma Ateş a 55 salî ku li Surê asê mayî nasdikin wê weke "dayîka berxwedanê" vedibêjin. Fatma ya ku li Taxa Hasirliyê 80 rojan li piş xendekan jiyan avadikir, keçên wê Sibel û Fatma jî wê bi tenê nehêlan û li gel wê diman. Bi parçeyên şeranpelê Fatma birîndarbû. Fatma ya ku bi saetan li benda abulansê mayî roja 19'ê Sibatê di saetên şevê de li nexweşxanê jiyana xwe jidest da. Cenazê Fatma birin gundê Tepecik ê Karazê. Dema ku Fatma ber bi axa lê hatî dinê ve hat oxirkirin Parlementera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel got: "Ji bo azadiya gelê kurd dayîka Fatma her dem li pêş debû. Dayîka Fatma îro navê xwe di vê berxwedanê de nivîsand û cihê xwe girt. Birayê Fatma Abdurrahim Tanrikulu jî wiha qala wê kir: "Fatma dayîka yên li peyî xendekan di berxwedanê debûye." Bêrîvan Ateş a ku qet ji ser gora dayîka xwe ranebû jî wiha qala dayîka xwe kir: "Dayê tu Kurdistana minê."

'Ew li nava Surê dayîka her kesê bû'

Jinên Surê Dayika Fatma wiha vegotin: "Dayika Fatma heya dawiya nefesa xwe ji bo azadiya gelê kurd tekoşîn kir. Dewleta tirk ne îrada Dayika Fatma şikand nejî ya Surê şîkand." Cîrana Fatma Rahîme Yilmaz wiha qala Fatma kir: "Ne tenê jinan her kesê gelek ji Fatma hez dikirin û rêz didanê. Fatma ji bo me bû windahiyek mezin. Dayîmî ciranê xwe û derdor difikirî, ticar xwe bi tenê ne di fikirî. Wê ji bo gelê kurd jiyana xwe ji dest da. Fatma ji bo gelê kurd wundayiyek mezine."

'Hemî hewldanên wê ji bo têkoşîna kurdan bû'

Jina bin navê Rahibe jî behsa Fatma kir û têkoşîna we wiha anî ziman: "Hawildana Fatma hemî ji bo têkoşîna gele kurd bû. Wê navê xwe li berxwedanê kir û çû. Hemî kes ew nasdikir û ticar jî nayê jibîrkirin. Girêdana we bi têkoşînê re hebû û ji loma jî ji Surê ne derket. Eger birîndar nebûbana jî ji Surê dernediket. Bi hevalan re dest bi têkoşînê kir û bi wan re jî qedand. Fatma canê xwe da têkoşîna gelê kurd û ev têkoşîn nabe nasîbê herkesê. Wê peyva ku temenê min derbasbûye rakir û hişmendiya berxwedan ne bi temen re ye bi dilêrî hawceye nîşanî me hemûyan da. Teqez Fatma wiha gotiya; 'Heya her kes bi sax û silametî ji Surê dernekevin ezê jî dernekevim' û canê xwe feda kir. Têkoşîna wan hêzbûna têkoşîna me ye."

'Fatma di berxwedanê de cihe xwe girt'

Rahîme wiha qala berxwedana Fatma a li nava Surê kir: "Fatma ji me re bû mînak û hêza jinên kurd jî şanî dewletê da. Divê jin di şaxsê Dayika Fatma de xwedî li berxwedanê derkevin û bibin mînak. Wê di berxwedanê de ciyê xwe girt û tevlî karwanê şehîdan bû."

'Herdem li piş jinan bû'

Zîynet Baylak jî ciranê Dayika Fatma a li taxa Îskenderpaşa qala hezkirina Fatma a ji jiyanê û mirovan re kir û wiha pedê çû: "Herkes ji we hezdikir. Zarokên min jî qala Fatma dikin û bi windakirina wê gelek bandorbûne. Malbata Fatma hertim derketina Fatma dikir lê ew ne derket û berxwedan kir. Dayika Fatma digot; 'Heya yek li vir hebe ez jî dernakevim û di nav berxwedanê de bim' û wê li berxwe jî da 80 roj di Surê de ma. Her kesê wê nasdikir, ji bo wê jî êşa wê hevpare ji bo me hemûyane. Em bi derketina wê gelek keyfexweş dibûn lê gava me bihîst ku şehîd ketiye gelek xemgîn bûn. Hêza jinên kurd şanî dewleta tirk da û bû mînak ji me re. Roja ku hat definkirin ji aliyê hezaran kesan ve hat oxirkirin. Fatma ji me re bû mînak û hertim di dilê me de wê bijî."

(dt/zt)