Li Şirnexê navnîşana çareseriyê: Meclisa Gel e

12:49

JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnexa rêveberiyên xwecihî lê hatî îlankirin hemû pirsgirêk li Meclisa Gel tên çareserkirin. Hevseroka Meclisa Gel a Şirnexê Ayşe Çiftçi diyar kir ku ji pirsgirêkên weke şideta nava malê heya di temenê biçuk de zewicandin, perwerde, tenduristî û gelek pirsgirêkên dinê ne li saziyên dewletê li saziyên rêveberiya cewherî Mala Gel tên çareserkirin.

Li herêma rêveberiyên cewherî lê hatî îlankirin Şirnexê bi alîkariya komisyonên hatine avakirin pirsgirêkên civakî tên çareserkirin. Şirnexî bi gotina "Emê xwe û bajarê xwe rêvebibin" ji jiyanê heya perwerdê di hemû qadan de xwe rêxistin dikin. Li herêma rêveberiyên xwecihî ji tenduristiyê heya, perwerde û jiyana civakî serlêdana welatiyan Meclisa Gele. Ji Meclisa Gel bilintir jî Konseya Bajêr heye. Pirsgirêkên ku di meclisên taxan de neyên çareserkirin, derbazî Meclisa Gel dikin, ji wê jî dema neyê çareserkirin derbazî Konseya Bajar dikin.

Berhemê keda 40 salan

Di çarçoveya di nava rêxistina ku ji nava herêmî despêdike de çareserî tê hilberandin. Ji sitona bingehîn a rêveberiyên xwecihî em li gel xebatkara Meclisa Gel a Şirnexê Ayşe Çiftçi axivîn. Ayşe da zanîn ku daxwaza kurdan a nexwestina kes ji derve wan rêvebirinê 40 salin berdewam dike. Ayşe destnîşan kir ku rêveberiyên xwecihî tenê ne ji bo gelê kurd ji bo hemû gelan gengaze.

'Rêveberiyên xwecihî tenê di Botanê de namîne'

Ayşe wiha berdewam kir: "Êdî gelê kurd îsrara xwe ya di rêveberiyên xwecihî de bi berxwedanê nîşanî herkesê da. Berxwedana rêveberiyên me yên xwecihî tenê li Botanê sînor namîne. Dê têkeve nava metrepolan jî. Jin pêşengiya rêveberiyên xwecihî dikin. Dê jin rêveberiyên xwecihî bigihînin serketinê. Êrîşên ser jinên bûne sembola berxwedanê êrîşên ser rêveberiya xwecihîne. Em jin dizanin li hemberî van êrîşên nemirovane dê berxwedana me ya mafdar serkeve."

'Em ne neçarê dewletêne'

Ayşe got; "Em ne neçarê polîtîkaya rêveberiya dewletê ya bi zilm û zorê ne." Ayşe bersiva çima rêveberiyên xwecihî jî bi van hevokan da: "Herêmên rêveberiyên xwecihî tê wateya nepejirandina pergala dewletê, xwe bi xwe rêvebirin û pirsgirêkên xwe çareserkirine. Rêveberiyên xwecihî bi vîna xwe xwe rêvebirine. Em li vêderê hemû bi hemû pirsgirêkên gel re mijuldibin. Pirsgirêkên ku bi salane dewletê çaresernekirî em li vêderê çareserdikin."

'Rêveberiyên xwecihî ji bo hemû jinan giringe...'

Ayşe herî dawî giringiya herêmên rêveberiya xwecihî wiha anî ziman; "Sedema ku dewlet jinan hedef digire, parastine. Ji ber ku ji tekoşîna jinan û hêza wan a parastinê ditirsin ji bo wê êrîş dikin. Ji bo tinekirina xebatên rêveberiya xwecihî despêkê rêxistinbûna jinan hedef digirin. Emê berxwedana jinên Botanê nîşanî hemû cîhanê bidin. Ez bang li hemû jinên ciwan dikim. Li hemberî komkujî û qirkirinên jinan hemû ber bi herêmên rêveberiyên xwecihî ve biherikin."

(zt)