Dê sibê KJA bernama xwe ya 8'ê Adarê aşkira bike

12:55

JINHA

AMED - KJA ya ku bi rojane ji bo amadekariyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê xebatan dide meşandin dê sibê bernama xwe bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re par bike.

Kongreya Jinên Azad (KJA) ya ku demdirêje li qadan xebatên amadekariyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dikin dê sibê amadekariyên xwe diyar bikin. Dê sibê di saet 10.00'an de bi civîna çapemeniyê hevserokên DBP, HDP, KCD'ê jî di navê de li avahiya KJA yê civîna çapemeniyê bê lidarxistin.

Dê diruşma 8'ê Adarê ya îsal di bilbordan de bên hilawistin.

(zt)