Malbata Gulşah Ak: Înfaz bi zanabûn pêk hatiye

14:12

JINHA

MÊRDÎN – Malbata Gulşah (Dilşa) Ak ku di encama gulebarana ji wesayîta zirxî hate qetilkirin û Walîtiya Mêrdînê îdîa kir ku wesayîtê xwe bi xwe gulebarandine, bertek nîşan da. Zavayê Gulşah Ak yê bi navê Ugur Aka da zanîn ku wî leşkeriya xwe li ser vê wesayîta zirhî kiriye û wiha got: "Dema wesayît erze dide gule nabarîne. Xwesiya min bi zanîn hate qetilkirin."

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di 19’ê Sibatê de jina bi navê Gulşah (Dilşa) Ak di encama gulebarana ji wesayîta zirhî ya bi navê Kobra tê zanîn li ber mala xwe hate qetilkirin û keça wê Sevgî Ak jî ji lingê xwe birîndar bibû. Piştî qetilkirina Gulşah, Walîtiya Mêrdînê roja 3'emîn daxuyanî da û qetilkirina Gulşah îtîraf kir. Bes Walîtiyê îdîa kir ku wesayîta zirxî erze daye û xwe bi xwe gule baran dine.

'Ez li ser Kobrayê xebitîme, xwe bi xwe gule bernade'

Zavayê Dilşa Ak yê bi navê Ugur Aka bertek nîşanî îdîaya walîtiyê da. Ugur got ku ew gotina pirsgirîkê qebûl nakin û xwest ku kujerê xwesiya wî were darizandin. Ugur anî ziman ev jî di dema leşkeriya tirkan de li ser heman wesayîta zirxî peyvîrdar bûye û wiha axivî: “Termala li ser wesayîta zirxî 3 emniyetê wê hene. Wesayît ev qas sanahî nîne ku xwe bi xwe guleyan bavêje. Heya yê ku li ser emniyetê emniyetê ne berde yê li ser termalê nikare gule berde. Dema ku arze jî dide sîleh xwe bi xwe serê xwe berjêr dike. Heya ku pisporê wesayîtê neyê li ser wesayîtê, wesayît naxebite. Tiştek wisa nayê qebûl kirin.”

'Bi van daxuyaniyan nikarin me bixapînin'

Gulşah diyar kir ku xwesiya wî bi zanabûn hatiye qetilkirin û wiha berdewam kir: “Dibêjin termal arze da, dibe ku arze bide. Çawa hedef girtiye. Gule li serê wê û destê wê ketiye. Tiştek wisa tesadûf tune ye. Yê ku ev înfaz pêk aniyî divê were darizandin. Em dest ji doza xwe bernadin.” Gulşah dest nîşan kir ku xwesiya wî na yekem kesa hatiye qetilkirine û axaftina xwe bi wan gotinan domand: “Erdogan bila van komkujiyan biterikîne. Ji wan re kî bê qetilkirin terorîst e. Em ne terorîst in. Bi van daxuyaniyan jî nikarin me bixapênin.”

'Destê me dê di qirika kujeran de be'

Keça Gulşah Ak ya bi navê Melek Aka jî bertek nîşanê daxuyaniya Walîtiyê da û wiha got: “Dayika min bi zana bûn hate qetilkirin. Em xwîna dayika xwe li erdê nahêlin. Heya dawiyê,destê me dê di qirika kujeran de be."

Çapemeniya tirk wekî pevçû nîşan dabû

Gulşah Ak ji hêla wesayîtên zirhî yên ev 3 meh e li Kolana Çag Çagê hatine bicih kirin ve, hate qetilkirin. Lê wekî hemû qetilkirinên din ên dewletê çapemeniya tirk qetilkirina Gulşah jî wekî di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da hatibû dayîn. Malbatê bertek nîşanî çapemeniya tirk da û daxuyand ku bizanebûn dixwazin qetilkirinê peçêvin.

(ozp/zt)