Li Xabûrê hîna 53 cenaze nehatine teşhîskirin
14:20
JINHA
ŞIRNEX - Li Deriyê Sînor a Xabûrê tevî 3 cenazeyên herî dawî anîn, karên otopsiyê yên 53 cenazeyan didome. Malbatan diyar kir ku ev 10 roj in ku ew nikarin cenazeyên zarokên xwe teşhîs bikin û ev jî destnîşan dike ku hovitiyek çawa hatiye kirin.
Li Saziya Tip a Edlî (ATK) ya demî ya li Deriyê Sînor a Xabûrê, teşhîsa cenazeyên ku li Cizîrê di jêrzemînên wehşetê de hatin qetilkirin didome. Ev bi rojan e ku sekna malbatan jî li ber deriyê sînor berdewam dike. Welatiyê bi navê Halîl Uysal ê ji bo keça xwe Hulya Uysal li benda teşhîsa cenazeyan e anî ziman ku 10 roj in li cenazeyên xwe digerin. Uysal da zanîn ku beriya werin Silopiyê çûne Mêrdînê lê li wir cenazeyê zaroka xwe teşhîs nekirine û bi van gotinan hêrsa xwe anî ziman:" Em hatin vê derê lê li vir jî hê karên teşhîsê destpê nekiriye. Ev wehşetek çawa ye ku em nikarin cenazeyên zarokên xwe teşhîs bikin. Eger cenaze nayên teşhîskirin, nexwe wehşet hatiye kirin."
Her wiha 3 cenazeyên ku duh ji Cizîrê hatin derxistin jî anîn Xabûrê. Tevî 3 cenazeyên dawî, hejmara cenazeyên li Xabûrê gihîşt 53'an. Heya niha li Xabûrê tenê 11 cenaze radestî malbatan hatiye kirin."
(kom/zt)