Jin bi destê xwe cilên kurdî jî demboriyê diguhêzin pêşerojê

14:48

Duygu Erol/JINHA

AMED - Li Taxa Rezan jin bi keda destê xwe çanda cilên gelerî ya kurdan ji demboriyê guhastine pêşerojê. Xwediyê cihe dirutinê Romans Nuran Ektî di derbarê diruna kincên kurdî de wiha got: "Armanca me ewe ku em bi cilan çanda xwe winda nekin û dabara malên xwe jî pê domkin. Ev hestek gelek xweşe."

Bi salane çanda kurdî ji aliyê serdestan ve bi polîtîkayên bişaftinê tê çewisandin û tinekirin. Xwediyê kargeha kincên kurdî didiru Nuran Ektî wiha behsa çand û hûnera kurdan kir: "Ev bi salane kurd têkoşîna çand, hûner, nasname û ziman didin. Ji bo wê me li Amedê kargiha cihê dirutina cilên gelerî vekir. Çanda cilên kurdî ev 700 sale bi rengê cilê gelerî xwe di parêze. Ji sala 1999'an heya vega ez dirutina cilên gelerî dikim û ev 17 salin ku ez vî karî dikim. Em li hember êrîşên dewletê karê xwe berdewam dikin."

'Demborî gihandina îro hestek pir xweşe'

Nuran di debarê parastin û berdewamkirina cilên gelerî de hestên xwe wiha anî ziman: "Cilên gelerî vê demê naşibin cilên me yê gelerî. Çiqas diçe gel çanda xwe ya cilên gelerî jibîr dike. Em jî ji bo ku ev çand neyê jibîrkirin me kargiha cilên gelerî Romans vekir. Bi têybetî em dixwazin dapir û pirîken me wî çaxî çi li xwe kirine û jinên wê demê bi kijan çandê jiyankirine em dixwazin hînbibin van rojan. Armanca me ewe ku çanda me cilên gelerî winda nebe û em bivê hestê keyfxweş dibin. Di rojên pîrozbahiyan ên weke 8'ê Adarê û Newrozê de eşeqeua ji bo cilên gelerî pir zêde dibe."

'Li hember hemî neyîniya ez serkeftî bûm'

Nuran bilêv kir ku li hember gelek bertek û neyîniyên derdorê nîşan dida ew bi serketiye û wiha berdewam kir: "Ez li derdorê rastî gelek neyîniyan hatim lê ez ji xwe bawer bûn û serkeftî jî bûm. Li semta Rezan ez tenê esnafbûm û hemî bal jî li ser min bûn. Esnaftiya jinê li Rezanê zahmete heya min ev hişmendiya gel li ser xwe rakir gelek zahmetî çêbû, lê ez serkeftî derketim. Ez ji hêza jinê gelek bawer dikim."

'Li hember êrîşên dewletê min li berxwe da'

Nuran bilêv kir ku ew gelek rastî êrîşên dewletê tên û wiha dom kir: "Gava carna muşterî li nava dikanê bûn bi qasî 30-40 polîsan êrîşî dikanê dikir û kontola nasnama dikirin. Pirsa 'Di dikanê de tûnel heye' dikin. Lêgerin dikin, dewlet ji cilên me yê gelerî jî ditirsin. Li Kurdistanê salên 90'an vegaran. Bê çawa demê borî dewletê li hember dîrok, nasname, çand û hûnra kurda êrîş pêk tanîne, îro jî di xwazin li Kurdistanê dîsa heman êrîşan bixin dewrê. Min salên 90'an jî dît le îro jî eynî tişt li serê me te meşandin. Dewletê di rojên pîrozbahiyan de berê xwe didin cilên me yê gelerî. Lê ezê ji dev diruna cilên gelerî naqarim."

(dt/zt)