Nasnameya jina li Surê ji bo tehşîrkirinê hatî tazîkirin diyar bû

14:48

JINHA

AMED - Hat zanîn ku 2 cenazeyên di rojên derbasbûyî de li Surê ji aliyê malbatan ve hatî teşhîskirin yek ayîdê endamên YPS'ê Asya Taşçi û Farûk Kaçman in.

navçeya Sûrê ya Amedê di roja 83'yemîn de li gel domandina dorpêçkirin û êrîşên hêzên dewletê, cenazeyên 2 kesên çend roj berê hatibûn qetilkirin û wan şandibûn Morga Nexweşxaneya Lêkolîn û perwerdehiyê ya Amedê, ji aliyê malbatên wan ve hatin teşhîskirin. Malbatên ji bo teşhîskirinê ku ji aliyê Muduriyeta Polîsîn a Amedê ve li wan hatibû gerîn, ji wêneyên ku li muduriyeta polîsan bo wan hatibû nişandan zarokên xwe teşhîs nekiribûn.

Malbat di saetên sibehê de bo teşhîsê çûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê. Hat diyarkirin ku cenaze aîdê Asya Taşçi û Farûk Kaçman in. Li gel teşhîskirina malbatan jî cenaze nehatin dayîn, ji malbatan nimûneya DNA'yê hat girtin.

Çend roj berê jina ku hatibû qetilkirin û bedena wê yî tazî ji aliyê hesabê twîtter ê bi navê J_İ_T_E_M ve hatibû parvekirin, hat diyarkirin ku ne Cahîde Ozturk e, Asya Taşçi ya di sala 1993'yan de li Sêrtê ji dayik bûye ye. Di daxuyaniya YPS-Sûrê de jî hat diyarkirin ku Taşçi YPS'yî ye.

Îro dîsa ji aliyê çepemeniya hewzê ve cenazeyê ku wek "Sîxurê Muhaberatê" hat lanse kirin jî, hat diyarkirin ku aîdê Farûk Kaçman ê di sala 1993'an de li Farqînê ji dayik bûye.

(zt)