KJA ya Wanê dest bi xebatên xwe yên 8'ê Adarê kir
15:35
JINHA
WAN - Bi pêşengiya KJA yê di çarçoveya 8'ê Adarê de ji bo jinan li taxên Wanê civîn tên çêkirin.
Di pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) ya di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de li Taxa Suphaniyê ya Wanê ji bo jinan civîn hat çêkirin. Parlementera HDP'ê Bedîa Ozgokçe jî di navê de gelek jin beşdarî civînê bûn. Di civîna bi deqeyek rêzgirtinê despêkirî de Bedîa Ozgokçe nirxandin kir û got: "Ez pîşiyê hemû jinan û dayikan silav dikim. Devlet ji 7'ê Hizîranê heya niha êrîş û komkojiyên xwe li ser gelê kurd û jinan pêk tîne. Dixwaze me tune bike û em ji berxwedana me bikin. Lê em ê hertim berxwedana xwe berdewam bikin heya serdikeftinê. Dewleta tirk êrîşî bedena jinê dike, ji bedena jinê ya bê can jî ditirse."
(hk-db/zt)