Seda Aslan: Elif ji tirsan şevê naraze

17:20

JINHA

AMED - Li navçeya Sûrê yek ji sivîlên ku asê manezaroka 4 mehî Elîf Su ye. Dayika Elîf Su, Seda Aslan di axaftina xwe ya telefonê ya bi Sultan Surer re kir de gotina "Elîf Su qet ne baş e, her tim qîr dike, bi şev ji ber tirsê nikarê razê" rewşa xwe vegot.

Li navçeya Sûrê ya Amedê ku ev 83 roj in di bin êrîş û dorpêça hêzên dewletê de ye nêzî 200 sivîl asê manê. Senîha Surer, Seda Aslan û zaroka wê ya 4 mehî Elîf Su ya li taxa Savaşê ne qasî 35-40 kes ji ber êrîşên hêzên dewletê di jêrzemînekî de asê mane. Dayika Elîf Su, Seda Aslan duh bi şev li dayika Senîha Surer bi telefonê geriya û tiştên ku dijîn vegot. Ji ber uk telefonê baş nedikişand axaftin nivcî ma û di dema axaftinê dengê zarokê tê.

Axaftina telefonê ya Seda Aslna û Sultan Surer wiha ye:

Sultan Surer: Elî çawa ye laşê wê çawa ye (Dema ku telefon vedibe dengê zarokan tê)

Seda Aslan: Qet ne baş e. Bi şev ji ber ditirse ranazê. (Dema ku Aslan diaxive dîsa dengeke bi gotina 'dayê' bang dike tê.)

Sultan Surer: Pembo bixe guhê zarokê. Dayika min çawa ne, zarok çawa ne?

Seda Aslan: Ma em çawa bin qet ne baş in

Sultan Surer: Wijdana mirovan tuneye. Tiştekî ku tu ji me re bibêjî heye?

(Piştî vî pirsê Aslan hestewar dibe)

Seda Aslan: Jixwe derketina me ji vir tuneye.

Sultan Surer: Hûn ê derkevin, derkevin. Em ê hêviyên xwe nebirin. Bi destura xwedê hûn ê ji wir derkevin.

Piştre Nezîr Surer dixwaze bi telefonê biaxive: Seda hûn çawa ne?

Seda Aslan gotina "Wekî tu dizanî" bi kar tîne piştre telefon qût dibe.

(zt)