Jinên Kobanê êrîşên Tirkiyê ser Kantona Efrînê şermezar kirin

09:01

Zehîda Ehmed/JINHA

KOBANÊ - Jinên Kantona Kobanê bi tundî êrîşên dewleta Tirkiyê li ser Kantona Efrînê şermezar kirin û gotin; "Em wekî jinên Kobanê êrîşên Tirkiyê ser Kantona Efrînê şermezar dikin. Em van êrîşên ku bi serkêşiya Erdogan li ser gelê me yên Kantona Efrîn û Bakurê Kurdistanê pêk tên bi tundî şermezar dikin."

Jinên Kantona Kobanê bi tundî êrîşên Erdogan ên ser herêmên Kurdan didomin, şermezar kirin. Êrîşên li ser Kantona Efrînê û girtina deriyê sînor ji bo qutkirina alîkariyên ser Kantona Kobanê jî hate şermezarkirin. Careke din Tirkiyê bi alîkariya çeteyên DAÎŞ'ê Kurdan qetil dike. Derbarê êrîşan de jinên Kobanê nirxandin kirin.

Hêza Hesen da zanîn ku bi hevkariya DAIŞ'ê Tirkiye êrîşî Kantona Efrînê dike û wiha domand: "Careke din Tirkiye û hevkarên xwe êrîşî Kurdan dikin. Li Kantona Efrînê jî Tirkiye bi hevkariya çeteyên DAÎŞ'ê êrîşên hovane pêk tîne. Bi bombeyan êrîşî sivîlan dikin, lê bi van kiryaran ticarî dijmin wê bi ser nekeve. Me dît çawa li Kobanê bi desteka çeteyên DAÎŞ'ê bêyî ku ferqê bêxin nava jin, zarok kal û pîran welatî qetil dikirin. Lê bi berxwedana gel, YPG û YPJ'ê çete bin ketin û armanca Tirkiyê jî pêk nehat. Em weke jinên Kobanê mil bi mil li pişta Efrînê ne. Tevî hemû kiriyarên bi vî rengî jî vîna me naşkê û em ê lewaz nebin."

Hêza wiha berdewam kir: "Li ser sînorê Kantona Kobanê hêzên tirkan astengiyan derdixin û derî li pêşiya gelê Kobanê digirin da ku alîkarî neghêje wan. Lê bila Erdogan û hevkarên wan baş bizanin bi kiryarên wan yên bi vî rengî qet nikarin me paşde vegerînin. Em ê li dijî van êrîşan qet gavan paşde neavêjin. Bêguman em ê bi berxwedanî û têkoşîna QSD'ê bi ser bikevin. Wê xewnên Erdogan jî pêk neyên."

Şemsa Ehmed jî êrîşên ser Efrînê şermezar kir û wiha axivî: "Em wekî jinên Kobanê êrîşên Tirkiyê ser Kantona Efrînê şermezar dikin. Em van êrîşên ku bi serkêşiya Erdogan li ser gelê me yên Kantona Efrîn û Bakurê Kurdistanê pêk tên bi tundî şermezar dikin. Em qet van kiryarên dûrî mirovahiyê qebûl nakin û red dikin. Em bang li hemû dezgehên mafên mirovan dikin ku van êrîşan rawestînin. Mirovahî tê tinekirin, divê her kes li wijdanê xwe vegere û ji xewa hişiyar bibin."

Zeyneb Elî jî bilêv kir ku li her çar aliyê Kurdistanê hêzên serdest êrîş dane despêkirin û wiha dom kir: "Hêzên dewleta Tirkiyê êrîşên kirêt û bê exlaq li ser sivîlan û heremên Kurdistanê berdewam dike. Ez wekî jineke Kurd van êrîşan bi tundî şermezar dikim. Erdogan hemû tiştên pêwîst ku pêdiviya me pê heye ser me qut dike. Li her deverê komkujiyan dike, lê bila zanibe ku wekî me li Kobanê serkeftin bidest xistin, em ê bi wî rengî li hemû heremên xwe azadiyê bi ser bixînin. Dê ew û hevkarên xwe jî binkevin.

Dewleta Tirkiyê hem êrîşî Bakurê Kurdistanê dike, hem êrîşî Kantona Efrînê jî kiriye. Bi alîkariya Suudiya Erebistan, Qeter û bi desteka çeteyên DAÎŞ'ê ev yek tê kirin. Lê em ti carî nahêlin ev yek ji wan re here serî û bê deng nemînin. Em ê heye dawiyê parastina xwe li hember êrîşên bi vî rengî bikin. Wê qet moralê me jî neşkê. Çiqas dijmin bi rêbazên cuda êrîşî me bike jî, her em ê bi vîn û îsrareke hîn xurtir li dijî wan parastina xwe bikin. Bila dijmin bizane ku tirs û xof di dilê me de miriye. Li cihê tirsê bilindkirina berxwedanê di hindirê me de cîh girtiye. Heya em neghêjin azadiyê, wê asta berxwedanê her biçe zêdetir bibe. Serkeftin wê her para mirovên azad be."

(hs/zt)