'Dema ku gelê Tirkiyê tiştên li Surê tên jiyankirin xeyal nekin pêvajoyê tênagihin'

09:54

JINHA

STENBOL- Endama BİGK'ê Fusun Çeliker diyar kir ku ji bo tiştên li Cizîrê hatin jiyan kirin li Surê neyên jiyandin û dawî li polîtîkaya îmhayê ya ser Kurdistanê bê divê hemû kesîm bên bahev û bi hev re tekoşînê bikin.

Endama Hewla Jinan a Ji bo Aştiyê (BİGK) ê Fusun Çeliker da zanîn ku polîtîkaya AKP'ê ya şer welat berbi tarîbûnê ve biriye, di vê pêvajoyê de jî despêkê jinan hedev digirin. Fusun destnîşan kir ku berxwedana bi pêşengiya jinan berdewam dike, divê hîn zêdetir bi rêxistinkirî mezin bibe. Fusun banga di vê pêvajoyê de hemû kesîm bigihin hev û bi hev re bilindkirina tekoşînê kir.

'Divê korîdora jiyanê bê vekirin'

Fusun da zanîn ku hîna êşên Cizîrê nû ne, ji ber ku heqîqeta Cizîrê ji aliyê Tirkiyê re nehatiye vegotin, dibe ku li Surê jî heman wêne derkeve pêşberî wan. Fusun diyar kir ku dorpêç û êrîşên ser Surê di roja 84'an de berdewam dike. Ev sê mehin navçeyek dibin êrîşan dene. Bifikirin ji ber ku qatên serê yên avahiyê tê topbarankirin wan xwe avêtiye jêrzemîna heman avahiyê de. Bi qasî 20-30 kesan di heman jêrzemînê denin, di nava wan de jin, zarok, birîndar, kal û pîr hene. Bifikirin hun di wê jêrzemînê denin û neçarin sê mehan di heman jêrzemînê de bijîn. Ji avê heya dermanan û mamayên zarokan her tişt qediyaye." Fusun Nûçegihanê DÎHA yê Mazlum Dolan ê di jêrzemînek Surê de asê mayî bibîrxist û bilêv kir ku divê ji bo vekirina korurora jiyanê xebat bên kirin.

'Guhên ku dixwazin bibihîsin, çavên dixwazin bibînin dibînin û dibihîsin'

Fusun wiha berdewam kir: "Em dibînin ku ti hestên mirovbûnê nemane. Em dibînin ku taximên di salên 90'an de li Kurdistanê peyîwira komkujiyan girtine hemû elemanên dewletêne. Lê mixabin niha jî heman kirinên bi destê dewlet û polîsan li Kurdistanê tên kirin li aliyê Tirkiyê nayê dîtin. Lê bi emê bi înat xebatên xwe yên wê berxwedana gel derbazî her derê kirinê berdewam bikin. Li hemberî me dijminek xedar heye. Ne tenê li Kurdistanê kurdan tine dikin, jiyanê dê li me hemûyan teng bikin. Ger em hemû li piş kurdan neskinin şansê me yê serketinê nîne. Divê em vê hêza êrîşkar bibînin û li gora wê rêxistinbûna xwe bihêz bikin."

(zt)