Zarokên Hediye hesap dipirsin: We dayika me çima qetil kir?
11:01
JINHA
ŞIRNEX – Li navçeya Cizîra Şirnexê di êrîşên roja destpêkê de Hediye Şen ku li ber mala xwe bi 8 guleyan hat qetilkirin, li pişt xwe sê zarokên xwe hîşt. Ji zarokên Hediya Kevsera 8 salî bi çavên xwe yên xemgîn û bi hêrs wiha hesab dipirse: “Dayika min çi kir ji we, we çima dayiak men qetil kir!”
Cizîr ku şahiydiya êrîşên herî giran û berxwedana herî bêhempa kir, divê çîroka her mirovî bê nivisandin ku dema dîroka gelekî tê vegotin neyê jibîrkirin. Li Botanê îro hûn biçin kîja gund û gûndik hûnê çîrokek Cizîrê bibihîzin. Dê hûnê rastî gotinên herî bi biryar û bi hêstiyar ku yên dayik, bira, xwişk û bavê xwe di êrîşan de winda kirine bên.
Xemgînî û hêrsa di çavên Kevser de
Divê teqez zarok bên nivisandin. Wekî çîroka zarokên Hediye Şen a ku di êrîş û berxwedana Cizîrê ya roja 4’emîn de hat qetilkirin. Temenê Kevser 8, ê Kenan 4 û yê Hamdiye jî 2 ye. Du meh berê dayika xwe winda kirin. Zarok ji Cizîrê derketine û li gundê Dîlopkê ya Guçlukonaka Cizê li ba dapîr û bapîra xwe dimînin. Hêrs û xemgîniya di çavên Kevserê de vedibêje ku wê çiqas beriya dayika xwe kiriye. Hamdiye ji tiştên ku pêk hatiye bê agahdar benda dayika xwe ye û Kenan jî bi kenekî dilşikestî dibêje keremkin.
‘Dê ax a zarokan ji wan re nemîne’
Xesiya Hediye Halîme Şen, ku Hamdiye ya biçûk xistiye hembêza xwe wiha dest bi gotinê dike: “Dê ax a van zarokan ji wan re nemîne.” Hamdiye jî ji ber êrîşên li ser Cizîrê neçar maye ji taxa xwe ya Sûrê derê û bê gundê xwe.
Li ber mala xwe hat qetilkirin
Halîme anî ziman ku Hediye tevî zarok û hevjinê xwe li taxa Cudiyê di xaniyekî de jiyanek mutevazî dijiya û wiha got: “Destşoya mala Hediye li derva yê malê bû. Di saetên şevê de ji bo biçe destşoyê ji malê derdikeve. Dema dertê derva ji aliyê hêzên dagirker ve tê gulebarankirin. Hevjinê wê Mahmut dertê derva, di wê kêliyê de ceyranê dibirin. Kurê min dema diçe destşoyê bi ser cenazeyê Hediye ve dikeve xwarê û bi vî şeklê cenazeya wê dibîne.”
‘Te zarokan anî, dayika wan li ku derê ye’
Halîme wê şevê bi vê xemgîniyê vedibêje: “Beriya şeva ku bê qetilkirin ez pê re axivîm. Ji min re got ‘bên gel me’ Min jî got du jêrzemînên me hene, ger dewlet xanî bi ser me de xira neke, dê tu pirsgirêkên me çênebin. Ger qira bikin jî ez ê biçim gel cîranên xwe. Ev hevdîtina min a herî dawî bû pê re. Roja dotirê di saetên şevê de kurê min li min geriya û got ‘Dayê, Hediye hatiye gulebarankirin’ Em neçûn wêderê û heta serê sibê li bendê man. Kurê min beteniyek avêt ser cenazeyê Hediye û ji bo zarok wê nebînin deriyê odê girtiye. Û heta serê sibê li bendê radiweste. Dema bû saetên serê sibê zarokan anî gel me. Min got te zarokan anî lê ka dayika wan û piştre jî me dest bi girînê kir.”
‘Hêzên dagirker qetil kirin, sê zarok êtîm man’
Halîme da zanîn ku sê zarokên ku ji Hediye mane ew wan hembêz dike. Halîme dema dibêje Hamdiyeya 2 salî her roj pirsa dayika xwe dike digirî û wiha behsa zarokan dike: “Her tim pirsa dayika xwe ji min dikin. Keça meniz û ya kur dizanin dayika wan hatiye qetilkirin. Le ya biçûk her tim dibêje ‘em ê kîngê biçin gel dayika min?’ Dê xwedê heqê van zarokan ji wan re nehêle.”
‘We dayika me çima qetil kir’
Em kamereyê digirin û bi zarokên Hediye re diaxivin. Kenan dibêje “Min beriya dayika xwe kiriye” Kevser bi hêrsbûnê wiha hesap dipirsin: “Dayika min bi we çikir, we çima wê qetil kir!”
(go)