Jinên ku bi sitiranên qetilkirinên jinan di berxwedanê de...
11:42
Oyku Dilara Keskin/JINHA
ENQERE - Jinên Mamakê ji bo balkişandina ser qetilkirina Zulfu Ozturk ji aliyê hevserê wê ve û qetilkirinên jinan Koroya Jiyana Jinan a Zulfu avakirine. Jinên di koroyê de gotin; "Ev koroya hebûna azadiya jinane. Li peyî me orkestrayên mezin nîne, lê bi ked û şêwirmendiya jinan hatiye avakirin."
Jin rengê xwe didin her qadên jiyanê. Jinên Mamakê jî di beşên hunerê de reng didin koroyê. Zulfu Ozturk berî 4 salan ji aliyê hevserê xwe ve hatibû qetilkirin. Di kesayeta Zulfu Ozturk de ji bo balkişandina ser qetilkirinên jinan di 18'ê Mijdara sala 2012'an de navê "Parka Jiyana Jinan a Zulfu" li parka ber mala wê kirin. Jinên Mamakê jî ji bo Zulfu koroyek çêkirine, navê koroyê li gel navê parkê hemane. Di nava koroyê de ji her temenî jin cîh digirin. Ji derveyî Mamakê li navçeyên Batikent û Eryaman ê jî çalakiyên koroyê tên çêkirin. Jinên di koroyê de cîh girtine piranî bi kurdî û tirkî dilorînin. Bi giştî sitiranên tekoşîna jinan vedibêje dihilbijêrin. Di koroyê de cîh tê dayîna ked û tekoşîna jinan. Koro di gelek şahiyên Enqerê de cîh digire.
'Park sembola azadiya jinane'
Damla Kaya a ku di Koroya Jiyana Jinan Zulfu de cih digire wiha qala şîddeta ser jinê kir: "Hevala me Zulfu ji aliyê hevjinê xwe ve şîdet didît. Ji ber Zulfu şala sipî û telefona pembe di xebitand ji aliyê hevjinê xwe Musa ve hat qatilkirin. Me têkoşîna Zulfu dom kir û hertim li pey darezandina hevjinê wê bûn. Hevjinê wê cezayê muhêbetê girt. Li ser navê Zulfu me parq avakir û ew parq bû sembola jinên Mamakê yên şîdet dibînin, bi têkoşîna azadiyê em ser ketin. Ew parqaka têkoşîna jinê ye."
'Em ji bo azadkirina jinan re stran dibêjin'
Damla da zanîn ku ew wek jinên Mala Gel di xwazin navê Zulfu bidin jiyandin û wiha berdewam kir: "Me ji loma navê koroya xwe xistiye Zulfu û me navê wê da jiyandin. Ji bo azadbûna jinê em stran dibêjin. Bila jin li azadbûna jinê wekheviyê xwedî derkevin. Ev koroya Mamakê li ser azadbûna jinê ava bû. Em li benda hîn zêdetir tevlîbûna jinanin. Belê koro hertim hijmara xwe di guhere, ev tevlîbûna jinan me keyfxweş dike. Xabata me ya koroyê li navênda Pirtûkxana Mamakê Ethem Sarisuluk û Şaxa Malagel a Mamakê xabatê koroyê didin mêşandin. Em dawiya heftiyê xebata koro didin mêşandin. Di nav me de orkestraya mezin nîne, lê hemî koro berhemê keda destê jinê ye. Jin li taxan tevlî nava jiyanê dibin û di koroyê de stran dibejin."
'Bi koroyê baweriya min çebû'
Jina bi navê Sultan Erturk jî wiha behsa koroyê kir: "Di serî de ez di koroyê de cih digrim. Demê peşî koro biçuk bû lê piştî ku navê koroyê belav bû koro jî zêdetir mezinbû. Ev jî kedfxwşiyek mezine. Ya herî girîng di nava koroyê de hemî jinin. Berî ku ez tevlî koroyê bibim min ticar nikarî bû bi tenê stran bêjim. Lê piştî tevlîbûna koroyê ez bi tenê jî stran dibejim. Baweriya min zêdetir bû ev ji bo min serkeftineke. Koro gelek tiştên girîng dane min."
'Koro ji bo jinan ronîye'
Sultan wiha berdewam kir: "Jinên ku di koroyê de stran dibêjin balê dikşenin ser şîdeta ser jinan jî û li hember şîdetê disekinin. Koro ji jinan re bû ronî. Zarokên jinên ku tên koroyê jî bihevre dibin heval û tekiliyên zarokan zêdetir dibin. Koro qeweta jinê dide nîşandan. Heya vê demê me di derbarê koroyê de tu bertekên neyinî ne bihîstine. Jin xwe li kîjan qadê baş hîs dike bila liwir bixabitin. Wê demê jin wê ji hêza xwe bawer be."
(dt/zt)