Li Erziromê girtiyên jin dest bi çalakiyan kirin

11:52

JINhA

ERZIROM - Girtiyên jin ên Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê li hemerî dorpêç û êrîşên li bajarên Kurdistanê didome dest bi çalakiyan kirin.

Li hemberî dorpêç û êrîşên tevkujiyê yên li bajarên Kurdistanê girtiyên jin ên Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê dest bi çalakiyan kirin. Di çarçoveya çalakiyan de dê jin mehekî dernekevin hevdîtinên girtî û vekirî her wiha neçin nexweşxanê û revîrê. Dîsa dê girtiyên jin tevlî aktîvîteyên civakî yên li girtîgehê nebin.

Li gel van çalakiyan dê girtiyên jin, di hin saetên nav rojê de bi dirûşma "Em bi diruşman berxwedana Sur û Cizîrê silav dikin" komkujiyan şermezar bikin.

(zt)