Dê jin starta 8'ê Adarê li Silopiyê bidin

12:20

JINHA

AMED - KJA, dê bi diruşma "Jin ji bo azadiya xwe û Rêberê xwe di berxwedanê denin" li cihê 3 siyasetmendarên jin Sêvê Demir, Pakize Nayir û Fatam Uyar lê hatîn qetilkirin Silropiya starta çalakiyên xwe yên 8'ê Adarê bidin.

Kongerya Jinên Azad (KJA) di civîna çapemeniyê ya li avahiya xwe lidarxistin de bernama xwe ya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê aşkira kirin. Di daxuyaniyê de Parlementera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, Hevseroka DBP'a Amedê Hafize Îpek jî di navê de gelek jin, nûnerên saziyan amaedûn. Di derbarê bernameyê de ji Koordinasyona KJA yê Ayşe Yagci agahî da û got: "Di cîh û demê em têde dijîn de hişmendiya deshilatiya mêr bi hemû êrîşên xwe yên tacîz û tecawizê di kesayetiya jinan de dixwazin civakê mêtînger bikin. Nunerê deshilatiya mêran ê dawiyê AKP hewildide qetilkirinên jinan norbal bide dîtin. Tayîbetî jî li deverên Kurdistanê yên rêveberiya xwecihî lêhatî îlankirin ser bedena jinê şerek faşîzane dide meşandin. Hewildidin di kesayeta jinên kurd de hemû tekoşîna jinên Rojhilata Navîn û Cîhanê valaderxînin."

'Îsal dê bibe sala bilindkirina tekoşînê'

Ayşe destnîşan kir ku li her deverên rêveberiyên xwecihî jinan hedefdigirin û wiha berdewam kir: "Ger hewildanên wan ên hemû mêtîngeriya civakî di kesayeta me jinan de bikin hene, wêdemê divê em jin jî berpirsiyariya ji nû ve avakirina jiyanê ser bingeha azadiyê bigirin sermilê xwe." Ayşe destînşan kir ku dê 8'ê Adara sala 2016'an bibe sala li hember hovîtiya AKP û DAIŞ'ê di qadên berxwedanê de bilindkirina tilîliyên jinan.

'Emê li hemberî hişmendiya AKP û DAIŞ'ê azadiyê biqêrin'

Ayşe destnîşan kir ku meşa ku bi coşa ruhê şoreşa jinê ya Rojava dest pê kir îro di serî de li Cizîr, Sîlopî, Nisêbîn û Sûrê, li gelek bajaran bi berxwedana xwerêveberiyê ve hatine tacidarkirin. Yagci wiha got: "Meşa azadiyê ya jinan a ku ji Ekînan dest pê kir bi Sêvêyan berdewam kir îno ji bo hemû jinên cihanê bûye mîroteya azadiyê jinan."

Ayşe got ku azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo aştiya civakî xizmetê bike ji ber vê yekê jî jin dê ji her hemê zêditir bi awayeke xurt li qadan bin. Ayşe got ku li ser vî esasê wekî KJA ew ê bi şîara "Jin ji bo azadiya xwe û Rêberê xwe di berxwedanê denin" 8'ê Adarê pêşwazî bikin û bang li hemû jinan kir ku bi ruhê berxwedana xwerêveberiyê li qadan bin.

Bernameya 8'ê Adarê ya KJA'yê wiha ye:

Di 1'ê Adarê de dê li Sîlopiyê start bê dayîn

Di 2'yê Adarê de Agirî-Erzirom-Xarpêt

Di 3'yê Adarê de Mûş-Gurgum-Bedlîs

Di 4'ê Adarê de Çewyig, Îdir-Erdexan

Di 5'ê Adarê de Wan-Êlih-Semsûr

Di 6'ê Adarê de Riha-Dersim-Qers-Stenbol-Îzmîr

Di 7'ê Adarê de Mêrdîn-Colemêrg-Sêrt

Di 8'ê Adarê de Dîlok-Meletî-

Amed (Fînal)

(zt)