Ji jinên Surê peyama 8 Adarê: Emê bihevrê vê zilmê biqadîn in
12:47
JINHA
AMED - Jinên Sura ku ev bi mihane dibin topbaran û dorpêçê dene di derbarê 8 Adarê Roja Jinên Cîhanê de ev bang kirin: "Bila îsal 8 Adarê bibe roja aştiya gelan. Bila hemî jin bi hev re ji komkujiyan, zilm û qatilkirina mirovan re bêjin bese."
Li navçeya Sur a Amedê ev 84 rojin êrîş û topbaran berdewam dikin. Elif Su a 4 heyvî û gelek sivîl li Surê di jêrzemînê de asê mane. Jinan jî ji bo dorpêç û êrîşên ser Surê peyama 8 Adarê rê kirin.
'Bila jin hemî bi hev re li hember zilmê bibin yek'
Fatma Aslana ku li Surê jiyan dike wiha bahsa êrîşên dewletê yên ser Surê kir: "Ji biharê heya vega em dibin tang, top û çekan de dijîn. Şev û roja me hati ye guhertin. Gava dengê topan tê dilê min dişewite. Dewlet gelê me mecbûrî jiyana şer dike. Çiqas em diçin mala xwa ya Surê polîs nasname dixwazin û lêgerin dikin. Êdî bila gel rabe bêdeng nemîne. Hêzên dewletê Sur bi êrîşa xira kirin. Bi taybetî bila jinên Surê bêdeng nemînin. Tenê ne yê Surê bila hemî jin li hemberî vê zilmê serî hildin. Divê ev 8 Adarê bibe roja aştiya gelan. Emê jin li hemberî vê zilma dewletê û mirina mirovan serî hildin."
'Jin dikarin vî şerî bisekinîn in'
Jina bi navê Sahibe Oncu ya ku li Taxa Alîpaşa dijî hîn ji mala xwe ne terikandiya û wiha lê zêde kir: "Jin dikarin vi şerî bisekinîn in. Divê 8'ê Adarê jin bi herikin Surê û çalakiya deng derxistinê li dar bixin. Ez ji Surê hez dikim û tucar ji naderkevim. Bese bila êdî herkes deng derxe. Bi taybetî bila daxwaza jinan bê guhdarkirin, bila qirîna aştî yê bê bihîstin. Em êdî qetilkirina jinan naxwazin, her roj jin li Kurdistanê tên qatilkirin. Em naxwazin van nûçeyan bibîhîzin. Jinên Rojava yê Tirkiye yê li wir tiştek nakin, bila werin li cem me cih bigrin û ji qatilkirina ciwana û şer re bibêjin na."
'Ez hêvî dikim ev 8'ê Adarê bibe sala dawîbûna şer'
Ezgî Yalçina xabatkara kargiha Navenda Jin a Amîda di derbarê 8'ê Adarê de wiha got: "Ez wek jinek ku li Surê jiyan dikim banga min ji jinên li Rojava yê Tirkiyê yê eve; 'Werin livir vê rastiya dewletê bibînin, bila zarokên we jî ne mirin, werin li cem me cih bigrin.' Daxwaza me ewe bila ev 8'ê Adarê bibe roja jinan, bibe sala dawîkirina şer. Êdî bese êdî bese..."
(dt/zt)