Dê Arîn Mirxan li Miştenura azadkirî binêre
14:08
JINHA
SİLÊMANÎ - Jina peykersaz Asos Caf ya ku tevlî çêkirina peyîkerê sembola tekoşîna jinên kurd li hember êrîşên çeteyên DAİŞ'ê Arîn Mîrxan bûyî got: "Ez qet ber keda hatî dayîn nakevim, ji ber ez hewildidim bibim layêqê çêkirina peyîkerên jinên şoreşger. Min bi heskirin û rometek mezin dest bi kar kir. Ji ber ew peyîkerê jina sembola hemû jinên şoreşgere."
Peyîkerê sembola berxwedana Kobanê Arîn Mîrxan ku pirojeya wê ji aliyê hunermendê kurd Zirek Mira ve hatî danîn û gelek peykersaz dildar dinava pirojeyê de xebitîne qediyaye. Dê di rojên pêş de bi torenekê peyîker li Kobanê bê danîn. Jina peykersaziyê Asos Caf a ku di nava xebatên çêkirina peyker de cîh girtî giringiya xebata ku di navê de cîh girtî jî Rojnewsê re vegot.
Asos Caf wiha qala destpêkirina karê peykersaziyê kir: “Min ji zarokatiya xwe de ji mûzîk, şano û karên hunerî gelek hezdikir. Lê min dixwest di warek taybet de xwe pêş bixim û pispor bibim. Peykersazî karek taybete ji bo jinan. Berovajî nêrîna ku dibêjin karek girane û jin nikarin bikin. Lê belê min bi hewldanên xwe karî bi serkeftî vî karî bikim.”
‘Bi çêkirina peykerekî ruhê min asûde dibe’
Asos da zanîn ku berhema wê ya yekem gelek bandor li ser wê kiriye û wiha domand: “Yekem car min li navenda ciwanan kar dikir, min peykerê dayikekê çêkir. Ji wê demê ve min bawer kir ku dikarim vî karî berdewam bikim. Têkîliya di navbera peykersaz û berhema ku çêdikî de gelekî kûre. Ji ber ku hemû beden yan jî tişta ku tu çêdikî hîs dikî û destê xwe lê digerînî. Ji bo wê jî gelek caran bi çêkirina peykerekî ruhê min asûde û rihet dibe. Bandorek wê li ser jiyana min gelekî zêde ye.”
Asos qala astengiyên derdikeve pêşiya jinên peykersaz û wiha got: “Li Başurê Kurdistanê jinên peykersaz kêmin. Astengiyên di warê malbat û civakê de li ser jinan heye. Ew nêrîn heye ku jin nikare vê karê bike. Gelek astengî li pêşiya min jî hebûn û hene. Karek wisa ye ku divê tu bixwe hemû pêvajoyên wê bixwe bikî. Divê pir ked bidî. Lê ger kesek bixwaze bê ku astengiyan nas bike, dikare bike.”
‘Karê min zêdetir çêkirina peykerê jinane’
Asos destnîşan kir ku ew herî zêde peyîkerê jinan çêdike û wiha dom kir: “Hunermend bixwe xwediyê wê İlhamê ye ku li ser çi bingehî peykera xwe çêbike. Girînge ji bo min ewe ku bi her peykerekî çi peyamekî bidim. Zêdetir karê min çêkirina peykerê jinan e. Ji ber ku ez bawer dikim ku jin dikare gelek tiştan bike, di warê têkoşînê de dikare serkeftî be. Peykera min ya ku herî zêde jî bal kişand, peykera ku aliyek wê jin û aliyek jî mêr bû. Armanca min ji çêkirinê nîşandayîna wekheviya di navbera jin û mêr e. Min xwest nîşan bidim ku jin jî tu kêmahiyek wê ji mêran nîne. Hunermendên herî baş ewin ku li gel hemû pirsgirêkan dîsa bikare kar bike. Ger bixwaze dikare hunera xwe berdewam bike û tu astengiyan nas neke.”
‘Peykerê jin û berxwedaniyê’
Der barê çêkirina peykerê Arîn Mîrkan de jî Asos dazanîn ku salek û nîv berê hevalê wê Zîrek Mîra ji wê re got ku projeyek wî ya bi vî rengî heye û wiha pêde çû: “Di serî de ji ber ku peykerê jinek şoreşgere ji bo min pir girîng bû. Me karek pir baş kir. Li gel hemû pirsgirêkan, di serma, germa û gelek pirsgirêkên din dîsa me peyker çêkir. Ji seat 6 sibê heta 8 êvarê me kar dikir. Peyker Peykerê jin, berxwedanî û hemû faktorên ku ez pê kêfxweş dibûm,bû. Jinên şoreşger layîqî tiştên ji vê mezintirin bêguman. Ji bo min cihê şanaziyê bû ku peykerê jinek şoreşger û qehreman çêdikim. Wek sembola berxwedaniya hemû jinan, ev peyker me çêdikir.”
(zt)