Jinên Şengalê azadiya Şedadê pîroz kirin
15:30
JINHA
ŞENGAL - Meclisa Jinên Êzidiyên Şengalê ji bo rizgar kirina bajaroka Şedadê daxiyanî dan û gottin: "Em di serî de vê serkeftinê li hêzên surya demokratîk û berxwedana YPJ YPG pîroz dikin."
Meclisa Jinên Êzidiyên Şengalê ji bo rizgar kirina Bajaroka Şedadê daxiyaniyek nivisî dan. Daxiyani weha ye: "Em di serî de vê serkeftinê li hêzên surya damokratîk û berxwedana YPJ û YPG piroz dikin. Gelek cih bi berxwedanê mora xwe li dîrokê dane û yek ji wan jî Rojavayayê Kurdistanê ye. Ti carî ji nehqiyê re serê xwe ne tewandiye her dem bûye kelha berxwedanê.
Em bi rizgar kirina bajaroka Şedadê pir kefxweşin, ji ber ev rizgar kirin bu tolhildana Jinên Êzidî. Ji xwe ev serkeftin bu pêngavek nu di navbera rojava û Şengalê de, dê bibe wesîleya em hin yekitiya xwe xurt bikin. Ji ber ku ji bo me parastina axa xwe û mezinkirina rêxistina xwe rometa herî mezine."
(kom/zt)