Selma Irmak: Jin pêşengiya şoreşa azadiyê dikin

16:42

JINHA

COLEMÊRG – Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemergê Selma Irmak li Geverê di standa 8’ê Adarê Roja Jinên Têkoşer ên Cihanê de axivî û diyar kir ku jin pêşengiya şoreşa azadiyê dikin.

Kongerya Jinên Azad (KJA) ya navçeya Gevera Colemêrgê standa çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê Roja Jinên Têkoşer ên Cihanê dan. Stand li konê berxwedanê bi tevlîbûna Hevseroka KCD'ê û Perlemantera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak û gelek jinan hate vekirin. Selma Irmak di standê de diyar kir ku 8’ê Adarê di dîroka jinê de roja herî giring û taybet e. Selma li ser êrîşa dewletê ya li ser gelê kurd rawestiya û got ku divê jin bibin pêşengiya şoreşa azadiya ku li Bakurê Kurdistanê tê kirin û wiha got: “Li ser gelê kurd şerek mezin tê meşandin û welatiyên niha li taxên xwe di nava berxwedanê de komkujiyên mezin ser wan didin meşandin. Divê jin bi berxwedanê biherîke qadan û li ber xwe bidin."

Selma got ku dewlet bi top û tangan êrîşî gel dike lê gel bi vîna xwe li hemberî hemû zilm û zordariyan li ber xwe dide û wiha pê de çû: “Çawa ku dewlet bi top û tangan êrişî me dike divê em jî bi vîna xwe bersîva top û tangên dewletê bidin. Ji ber ku dijmin herî zêde ji hêza jinê ditirse. Lewra divê jin bi rihê azadiyê li ber xwe bide û hêza xwe bibe nîşandan.

‘Jinan navê xwe di lênûsa berxwedanê de binîvîse’

Selma li ser giringiya 8’ê Adarê Roja Jinên Têkoşer ên Cihanê jî ev tişt anî ziman: “8’ê Adarê divê îsal bibe roja berxwedana dîrokî. Cihan hemû baş dizane ku li Bakurê Kurditan û Rojava jin li hemberî zilmê têdikoşin. Divê li Geverê jî jin navê xwe li lênûsa berxwedanê binîvisin. Îsal sal sala berxwedan û şoreşê ye. Divê jin berxwedanê nîşanî dijmin bibe û bide nişan dan ku şoreş çawa tê kirin."

Stand bi çepîk û tîlîliyan bi dawî bû.

(kom/ho)