Wê hunermend ji bo Surê têkevin nava hewildanan

17:00

JINHA

AMED - Ji bo êrîş û dorpêçên dewletê bi dawî bibin dê hunermend dest bi çalakiya nobetê bikin û wê ji bo Surê têkevin nava hawildanan.

Hûnermend wê li Navenda Çanda Dîcle Firat ji bo ku " Korîdora jiyanê " were vekirin dest bi çalakiya nobetê bikin. Di nav de hûnermend Lale Mansur, Zeynep Tanbay û Ferhat Tunç jî heyî koma ji şeş kesan pêktê çun ziyareta lîstikvanên Amed Sporê Denîz Nakî. Hûnermendan xwestin ku korîdora jiyanê were vekirin û sivîlên ku dibin jêzemîna bînayên Surê denin werin xilas kirin û ev dorpêç û êrîşên dewletê li ser gele kurd rabin. Hûnermendan dan zanîn ku hîn wek wehşêta jêrzemîna Cizîrê çênebûyî bila herkes dengê xwe derxin. Ji Weliyê Amedê Hûseyîn Aksoy daxwaza hevdîtine kirin. Hûnermendan bang li mirovên Rojavayê Tirkiye yê kirin ku ji bo Surê têkevin nava hewla vekirina korîdora jiyanê.

(dt/zt)