Dîmenên Surê yên dawiyê: Em nefes nagirin zarok birîndarin
17:31
JINHA
AMED - Li Surê êrîşan serê sibê despêkir, Walî daxuyaniya; "Sivîl dikarin di saet 16,00'an de derkevin" daye. Dîmenên herî dawî ji herêmê hatî têde zarokên birîndar û jiyana welatiyan a di talokeyê de dixwiyê. Jina di dîmenan de derketî dibêje: "Dewletek çawan wiha hewildide gelê xwe qetilbike."
Li Sura ku 84 rojin dibin dorpêç û êrîşan dene Elif Su û dayîka xwe Seda Aslan jî di navê de nêzî 200 kesan di jêrzemînan denin. Li Sura bi mehane dibin êrîşan dene serê sibê topbaranê despêkir, li ser navçeyê balefir digerin. Dema ku bi kepçeyên zirxî li taxên Fatihpaşa û Hasirliyê mal xiradikirin dengê teqînên mezin dihatin. Di derbarî mirî û birîndaran de hîna ti agahî nehatine bidest xistin.
Piştî daxuyaniyê êrîşan despêkir
Nobeta ji bo welatiyên li Surê asê mane korudora jiyanê bê vekirin li Navenda Çanda Dîcle Firadê berdewam dike. Waliyê Amedê daxuyaniyek weke "Sivîlên di nava Surê de saet di 16,00'an de dikarin derkevin" kiriye. Lê piştî daxuyaniyê ser Surê êrîş giranbûn.
Yên binçavkirine sewqî dadgehê kirin
Her wiha piştî ku li devera Fatma Ateş lêbû abulans çu nûçegihanê DÎHA yê Mazlum Dolan, Husamettin Ateş, Sinem Ateş, Fatma Ateş, Fahrettin Ateş û Ekrem Karatay hatin derxistin. Ji wê demê heya niha yên derxistine dibin çavan de tên girtin. Piştî îfadeya wan a li emniyetê ew sewqî Adliyeya Amedê kirin. Piştî îfadeya Mazlum û 5 welatiyên pêre li dozgeriyê bi taleba girtinê ew sewqî dadgehê kirin.
Di dîmenên nû yên ji navçeyê hatin de asta êrîşan bi zelalî tê dîtin. Di dîmenên ku ji malekê bûye kavil hatiye kişandin de cihên kavil balê dikşîne. Di malekê ku şibakeyên wê şikiyane de 6 zarokên ku temenê wan di navbera 2 û 11'an de 6 zarok xuya dikin û 2 ji wan birîndar in. Di dîmenan de jinekê rewşa ku di nav de ne bi van gotinan tîne ziman: "Bi tankan topbaranê dikin, cihên ku sivîl lê ne tê bombebaran kirin. Em weke gel mexdûr in. Birîndarên me hene. Duh êvarê ji ber bombeyê Kadîr ji milê xwe û serê xwe birîndar bû. Ji duh êvarê ve ye em nikarin bêhn bigirin, gaz davêjin. Dewletek çawa dixwaze gelê xwe wisa bikuje, em şaş dimînin."
(sy)