Êrîşî mala şînê ya ji bo Dîlan Çoban a YPJ yî hatî danîn kirin

17:50

JINHA

WAN - Ji bo endama YPJ'ê Dîlan Çoban li Wanê mala şînê hat vekirin. Hêzên dewletê êrîşî mala şînê kirin û polîsan got: "Hûn jin ne axivin bila mêr baxivin."

Di encama êrîşê DAÎŞ'ê de ku li ser Baraja Tişrînê de endama YPJ'ê Dîlan Çoban (Ruken Hêlîn) jiyana xwe jidest da. Li Camîya Geylaniya Wanê ji bo Dîlan mala şînê hat danîn. Gelê Taxa Kale yên xwestin bi meşin herin mala şînê rastî êrîşa polîsan hatin, piştre polîsan êrîşî welatiyên li nava mala şînê kirin. Xweşka Dîlan Rewşan Çoban got: "Polîsên ku êrîşî mala gel kirin û gotin; 'hûn jin ne axivin bila mêr bi axivin.' Me xwest posterê xiska xwe vekin lê polîsê dewletê nehiştin. Hişmendiya polîsan hişmendiya dewletê ya deshilatdare."

Polîsan êrîşî mala şînê ya li Îpekyoluya mêran jî kirin û haqaret li gel kirin. Hat zanîn ku polîsan dest danîne ser wêne yên Dîlan Çoban.

(dt/zt)