Jinên Surê: Em ê carek din malê xwe terk nekin
09:29
JINHA
AMED - Jinên ku malê wan li Surê hatî rûxandin diyar kirin ku dewlet di salên 90'î de wan bi zorê ji gundê dane koçber kirin û gotin ew ê nebe du caran û dê Surê terk nekin.
Li navçeya Sura Amedê qedexeya derketina derve û êrîş di roja 85'an de berdewam dike. Di encama êrîşê de gelek mal, cihên dîrokî hatin rûxandin. Li hember berxwedana xwerêveberiya Surê anonsa 'em ê êrîşên hewayî pêk bînin' jî hat kirin. Lê jinên ku di salên 90'an de êş û zoriya koçberiyê jiyan kirine gotin, "Çi dibe bila bibe em ê warê xwe terk nekin."
'Polîs ketiye malê min û tev belav kiriye'
Emîne Bîçen ya ku li Taxa Alîpaşa dijî diyar kir ku polîsan xwestiye wê bi zorê ji mal derxe û wiha got, "Li ber malê min bombe teqiya, bêy ku em tiştek bigrin em revîn. Televîzyon û deriyê malê min şikandine. Li malê min çi digerin nizam. Polîs hundirê malê min de tunel kolane. Em malê xwe tevî ku xirab kirine jî dernayên. Mal û amûr cardin vedigerin lê can venagere. Em mal naxwazin aramiyê dixwazin." Emîne qala anonsa êrîşên hewayî kir û wiha domkir, "Li Cizîrê dewlet bombebaran kir, ma qey ev edelete? Bila aştî û çareserî pêk bînin. Em êdî televîzyonê venakin. Li gel her êrîşê em ê malên xwe terk nekin."
'Em bimrin jî ji Surê dernayên'
Fatma Bîçen jî wiha got, "Sur warê me yê jiyanê ye em ê terk nekin. Em bimirin jî ji Surê dernayên."
'Ji bo mirovên di jêrzemînê de divê korîdor bê vekirin'
Mûnever Atalan jî wiha got, "Du roj em ji malê derketin, dema em hatin li mal tiştek nemabû. Em dixwazin vegerin mal û taxên xwe bijîn. Xeyal û paşaroja me hildiweşînin. Ez ê mal û Surê terk nekim. Li dervî Surê ez nikarim bêhn bistînim. Divê ji bo mirovên di jêrzemînê de korîdor bê vekirin. Divê gelê Tirkiyê tev hember vê şerî rewaste û piştgirî bide me. Bila êdî tevahî cîhan bibihîse."
(rc)