'Bi ruhê Bêrîvanan heya dawî em ê li berxwe bidin'
10:45
Jînda Asmen/JINHA
ŞENGAL - Fermandara YJA-STAR Berfîn Nurhak û Fermandarê YJŞ'ê Denîz Dag derbarê konferansa YPJ-Şengalê de nirxandin kirin û diyar kirin ku ew ê bi ruhê Bêrîvanan heya dawî têkoşîna xwe bidomînin.
Yekîneyên Parastina Jina a Şengalê (YPJ-Şengal) di Sibata 12-13'ê de 1. konferansa xwe li çiyayê Şengalê pêk anîn. Konferansa ku 115'e delege tevlîbûn, diyarî jinên Êzidî ên ku di têkoşîna li hember çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest dane kirin. YPJ-Şengal di konferansê de hat guhertin û bû Yekîneyên Jinên Şengal (YJŞ). Fermandara YJA-STAR Berfîn Nurhak konferansê nirxand û got, "Li Şengalê têkoşînek du sal didome heye. Di vê têkoşînê de me ji 150'î hevalên xwe zêdetir şehîd da. Nirxê têkoşînê bi vîn, ked û xwîna şehîdan pêk hat. Van hevalan dexwaza azadî û biryarê avakirin. Di kesayeta jin de bi taybet hîn zêdetir derket holê. Em vê wek şoreşek digirin dest. Bê guman yê ku me anî van rojan û perwerde kir Rêbertiyê me ye."
'Me darbeyek mezin li DAIŞ'ê xist'
Berfîn wiha qala êrîşê DAIŞ'ê yê li hember Şengalê kir, "Erkê me yê despêk parastina gel û çiyayên dîrokî ên Şengalê ye. Di encamê de wek hêzên HPG û YJA-STAR'ê me darbeyek mezin li DAIŞ'ê da û me qadên azad ên Şengalê avakir. Di fermanê de mijarê ku gelê Êzidî û me tevahî êşandiye dîlgirtina pênc hezar jinên Êzidi ye. Hember van êrîşan wek jin em hatin Şengalê û me biryarê parastinê da. Gelê Êzidî ji vê yekê bandor bû, ji ber li hember êrîşan jin li berxwe dide. Şehîd û jin tev bandorek mezin li ser civakê çêkir û bû sedemê guhertinên mezin. Eger şoreşek di nava civaka Êzidiyan de pêk hatibe sedema herî girîng hebûna YJA-STAR'e."
'Jinên Êzidî di çeperên pêş de cihê xwe girtin'
Berfîn destnîşan kir ku bi parastina cewherî û perwerdeyan re civaka Êzidî de guhertinên mezin pêk hatî û wiha pêde çû, "Pêdivî bi rêxistinkirina civakê hebû. Li ser vê bingehê hem di warê pratîk hem jî di warê fikrî de me ji bo jin û civaka Êzidiyan xebat da meşandin û birêxistin kir. Li gorî pêdiviyên gel di 5'ê Çileya 2015'an de me YPJ-Şengal avakir. Jin eleqeyek mezin nîşanî vê rêxistinbûnê da û gelek tevlîbûn çêbû. Bi encam girtina perwerdê re jinên Êzidî cihê xwe di çeperên pêş de girtin û bûn fermandar. Bawerî avakir û bi aweyek aktîf tevlî bûn."Berfîn got YPJ-Şengal bi demê re rêxistinbûna xwe bi hêztir kirine û wiha dirêjî da gotina xwe, "Pêdiviyên xwe diyar kir û li gorî wê xebat da meşandin. Ji bo pêşketin bibe xwedî encamek konferans pêk hat û navê xwe guhert. YJŞ'ê YJA-STAR'ê wek delege dawetê konferansê kiribû. Em tevlî konferansê bûn û me tecrûbeyên 40 salî parvekir."
'Bi pêşketina YJŞ'ê re civaka Êzidî wê pêş bikeve'
Fermandara YJŞ'ê Denîz Dag jî wiha got, "Konferans di vê pêvajoyê de bû perspektîfa jinên Êzidî. Di konferansê de li ser plansazî û projeyên ku bên kirin gotûbêj hatin kirin. Pêdivî bi nîqaşek wiha berfireh hebû, ev yek jî coş me bilind kir. Pêşenga civaka Êzidiyan YJŞ'ê ye. Bi pêşketina YJŞ'ê re civaka Êzidî wê pêş bikeve. Tevî tecrûbeyê YJA-STAR'ê pêşektinek mezin di jinên Êzidî de pêk hat. Ji bo ku ferman û êşên din neyê jiyan kirin em ê parastin û rêxistinbûna xwe bi hêztir bikin. Em bi fikir û felsefeya Rêbertî re xwe digrin dest. Em têkoşîna azadiyê ji bo xwe armanca herî sereke dibînin û têdikoşin."
'Wê Akademiya Bêrîvan Şengal bê vekirin'
Denîz da zanîn ku konferans azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kiriye biryarê xwe û wiha berdwam kir, "Ji bo me her dem çavkanî Rêbertiyê meye. Li Şengalê têkoşînek du sal didome heye. Di vê têkoşînê de me ji 150'î hevalên xwe zêdetir şehîd da. Nirxê têkoşînê bi vîn, ked û xwîna şehîdan pêk hat. Van hevalan dexwaza azadî û biryarê avakirin. Di kesayeta jin de bi taybet hîn zêdetir derket holê. Em vê wek şoreşek digirin dest. Bê guman yê ku me anî van rojan û perwerde kir Rêbertiyê me ye. Ji bo me bê Rêbertî jiyan nabe. Armanca me her wiha rizgarkirina jinên Êzidî ên dîlgirtîne. Di konferansê de yek ji biryarên herî girîng vekirina Akademiya Bêrîvan Şengale. Em wek jinên Êzidî, rêgez Êzidîbûnê esas digrin û têkoşîna xwe didin."
(rc)