Hevseroka DBP'ê ya Wanê Caziye Dûman hat binçavkirin

11:29

JINHA

WAN - Hevseroka DBP'ê ya Wanê Caziye Dûman di serdegirtina malê de hat binçavkirin.

Duh di saetên şevê de, Hevseroka DBP'ê ya Wanê Caziye Dûman di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku Caziye bi hinceta beşdarbûyîna şîna endamê TAK'ê Abdulbakî Somer yê êrîşa li Enqereyê pêk anî, hatiye binçavkirin. Duh di saetên sibehê de jî polîsan bi ser mala Caziye de girtibû, lê Caziye ne li malê bû. Li ser vê polîsan avahiya partiyê bi saetan dorpêçk kirin, lê bi xwedîderketina welatî û partîyiyan polîsan kes nehat binçavkirin. Caziye şandin Muduriyeta Polîsan a Wanê.

Tê payîn ku Caziye di nava rojê de sewqî dozgeriyê bikin.

(rc)