'Mevlide û hevalên xwe ji bo gel bedel dan'
13:08
JINHA
ŞIRNEX - Bavê Mevlîde Ozalp a (20) ku dibin jêrzemîna wahşête a Cizîrê de hatî qatilkirin Ahmet Ozalp hem behsa keça xwe û hem jî behsa kolandina hendekên ku gelê Cizîrê ji bo parastina xwe kolayîn kir.
Rojê derbasbûyî cenazeyê Mevlide Ozalp a (20) salî li ATK ya Sînorê Deriyê Xaburê ATK ji aliyê malbata xwe ve hat teşhîskirin û li Cizîrê hat defin kirin. Malbata Mevlîde jî di salên 90'an de ji ber êrîşên dewletê ji gundê xwe derketine. Mevlide hîn yek salî malbat li gundê Dîrsekliya Cizîrê bi cih dibin. Mevlide li Cizîrê mezin bû û dibistan xwend lê nasnama tirkan qabûl nekir û dewletê we di jêrzemîna wahşetê ya Cizîrê de qatilkir. Medîne hîn di 20 saliya xwe de ji jiyanê xatir xwest.
'Mevlide ji gel xwe qût nabû'
Bavê Mevlide Ozalp Ahmet Ozalp wiha behsa jêrzemîna Cizîrê kir: "Dewletê ciwan di jêrzemînê de bi wahşet qatilkirin. Keça min Mevlide ji di qedexeya derketina derve de ji gel ne veqatiya. Cîhan zane ku li Cizîrê çi di qawime lê bêdenge. Mevlide di jêrzêmînê de bû bang kir lê em ne gihiştin zarokên xwe ye birîndar. 40 rojan şer berdewam kir û hêzên dewletê ne hiştin ku em herin birîndaran xilaskin. Çiqas em diçûn dewletê êrîşî me dikir. Dema di jêrzemînê de ji ber êrîşê dewletê telefone wan jî ne dikişand."
'Li hember hovîtiyê me bangawazî li cihanê kir'
Ahmet da zanîn ku li hember hovîtiya dihat kirin ji bo xwe bigihînin zarokên xwe wan banî cîhanê kiriye û wiha axivî: "Lê tukesî qêrîna me ne bihîst. Her cara ku em bi telefonê bi wan re di axivîn digotin; 'Gelek birîndar hene û piranî jî xwendakarin.' Gava em diçûn cenazeyan jî hêzên dewletê li gelek deveran lêgerîn dikrin û zehmetî derxistin pêşiya me. Dixwazin çavê vî gelî bi tirsînîn, lê şaşin ew ticarî nikarin çavê me bitirsînin."
'Wan ji bo gele bedel dan'
Ahmet bilêv kir ku wan ne ji bo xwe ji bo gelê xwe berdel dan û wiha dom kir: "Rêya ciwanên ku şehîd ketine reya şeref û namûsêye. Rêya wan ya ne ya take kesane, rêya civakbûnê ye. Îro li Cizîrê sibê li Amed, Dersîm û Meletî wê berdewam bike. Hêzên dewletê çawa nasnama ciwanên me qontrol dikin raste rast dişînin girtîgihê. Me ji bo ku ciwan newin girtin xendek kolan. Kolandina hendekan ji bo parastinê ye. Dewlet dibe hêzek ji derve hatine xendek kolane, na me ji bo parastina xwe xendek kolandin. Herkesê li devê deriyê xwe xendek kola û li hember vê zilma dewletê rabûn ser piyan."
(dt/zt)