Elif Su 7 rojin di jêrzemînê de ye

13:28

JINHA

AMED - Li Surê qedexeya derketina derve û êrîş di roja 85'an de berdewam dike. Elîf Su yê 4 mehî ku di jêrzemînê de asê maye ev 7 rojin ne hatî derxistin.

Êrîş û dorpêça li ser navçeya Sura Amedê di roja 85'an de berdewam dike. Di 17'ê Sibatê de nûçegihanê DÎHA'yê Mazlûm Dolan bi peyamek raghandibû ku di jêrzemînê de asê mane. Ji nav kesên ku di jêrzemînê de asê mane Elîf Su yê 4 mehî û dayîka wê Seda Aslan jî heye. Elîf tevî dayîka xwe heftiyeke di jêrzemînê de ne. Duh ji bo kesên di jêrzemînê de asê mane bi welî re hevdîtin pêk hat û hatibû diyar kirin ku dê korîdora mirovahî bê vekirin. Lê belê koma ku di navde parlementer jî heyî çûn Surê ji ber êrîşan korîdor ne hat vekirin. Duvre walî daxuyaniyek duyem da û wiha got, "Hêzên me yên ewlekariyê ji bo derxistina welatiyên sivîl ji herêmê dê di 24'ê Sibata 2016'an de wê di saet 15.30 heya 17.00'an wê tedbîr bên girtin û ji bo derketina sivîlan dê şertên asayî bên avakirin."

Li gorî agahiyên hatine standin, êrîş hember taxên ku sivîl lê dimînin giran bûye. Her wiha tevgera helîkopteran jî îro didome.

Li aliyê din ji bo korîdor bê vekirin û dorpêça hember Surê bê rakirin çalakiya nobetê a ku li ber Navenda Çandê ya Dicle Firatê hatî despêkirin, di roja 3. de berdewam dike.

(rc)