Lijneya Jinê ya MSD dest bi karê xwe kir

14:20

JINHA

EFRÎN - Di Kongreya MSD'ê ku 8-9 Meha Kanûna 2015'an de hatibû li dar xistin de biryara avakirina lijneyeke jin li Kantona Efrînê hatibû dayîn. Niha jî Linje li Kantona Efrînê dest bi kar û xebatê xwe dike.

Lijneya Jinê li Kantona Efrînê dest bi hemleyeke danasînê kiriye. Di çarçoveya vê hemleyê de civînek li navenda Yekîtiya Star hate lidarxistin. Di civînê de endama kordînasiyona Yekîtiya Star Zelal Cîger jî amade bû.
Di civînê de belgeya siyasî ji aliyê Cîgira Desteya Tenduristiyê Rîm Qermo ve hate xwendin. Belgeya siyasî ya Meclîsa Sûriya Demokratîk jî ji aliyê endama Desteya Rêveber di Hevpeymana Niştîmanî Sûriyê Rewan Muhemed ve hate xwendin. Beyanameya dawî ya Kongreya Sûriya Demokratîk a hêzên opozîsiyonê ji aliyê rêvebera di herêmên Elşehba Cîhan Hedro ve hate xwendin.

Ji bo ku lijne bikaribe dest bi xebata xwe bike, karê xwe li pêş bixe û têkiliyê bi hemû jinan re bike, di civînê de çar lijne hatin avakirin. Lijne bi giştî ji deh endaman pêk tê, jinên Kurd, Ereb û Tirkmen jî cihê xwe di nav de digirin.

Lijneyên ku hatin avakirin jî ev in:

*Lijneya ku bi jinên Rêveberiya Xweser re têkildar bibin hate avakirin.

*Ji bo ku têkilî bi jinên Ereb re jî werin dayîn lijneyek hate avakirin, ev lijne ji aliyê Samiya Ehmed, Hêvîn Hisên û Rîm Qermo ve wê were rêvebirin.

*Lijneyek ku bi jinên heremên Elşehba û jinên hevpeymanê re eleqedar bibin, ji Cîhan Hedro, Rewan Muhemed û Gulîstan Hacî pêk tê, hate avakirin.

*Ji bo têkilî bi jinên partî, rêxistin û komeleyan re jî werin dayîn lijneyek hate avakirin, lijne ji sê endaman pêk tê, ew jî Cîhan Muhemed, Gulê Cefer û Alava Ebdo ne.

(fr/hs/rc)