'Em ê dengê xwe ji bo jinan bilind bikin'

14:42

JINHA

MERSÎN- Şaxa Egîtîm Sena Mersînê dê ji bo Cansel a ku ji aliyê mamosteyê xwe ve rastî êrîşa zayêndî hatî daxuyanî dan û got, "Em ê dengê xwe ji bo jinan bilind bikin."

Şaxa Egîtîm Sen a Mersînê ji bo xwendakara dibistanê Cansel yê ku li Kayseriyê ji aliyê mamosteyê xwe ve rastî êrîşa zayendî hatî û dûvre ji ber bêdengiya mûdirê dibistanê hember bûyerê întîhar kir, daxuyaniyek da. Ser navê Sekretera Jin li ber avahiya şaxê Gûlperî Turgut daxuyanî da. Gulperî Turgut behsa şîdeta li ser jin kir û wiha got: "Her roj li Tirkiyê şîdet û qatilkirina jinan zedetir dibin. Li Tirkiyê tiştên ecêb tên jiyandin. Di sala 2016'an de ji aliyê mêran ve 36 jin hatin qatilkirin. Mînaka Saziya Olî ya Tirkiyê bi fetvayê dijminatiya jinan ji aliyê mêran ve zêdetir dike."

Gulperî axaftine xwe yê dawî wiha anî ziman: "Em li hember hişmendiya mêr a ku Ozgecan qetilkiriye têdikoşin. Û em ê ne hêlin ku ew hişmêndî me qatilbike. Ji bo êrîş, kujer û ewlehiya can divê jin bêdeng nemîne. Ji bo parastinê divê têkoşîna jinan bidome."

(dt/rc)