Cenazeyê rojnamger Rohat Aktaş û 8 kesan hatin teşhîskirin
14:44
JINHA
ŞIRNEX - Cenazeyê Midûrê Karê Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş û 8 kesan piştî testa DNA'yê hatin teşhîskirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê piştî qatlîamê cenazeyên ku birin Saziya Tipa Edlî ya demî ya ku li Deriyê Sînor ê Xabûrê hatiye avakirin, herî dawî bi 3 cenazeyên ku ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê birin ve derket 65 cenazeyan. Karên teşhîskirina cenazeyan berdewam dike. Di encama testa DNA'yê de nasnameyên 9 kesan hatin teşhîskirin. Di encama nûmuneyên ku ji malbatan hatine girtin, cenazeyên Midûrê Karê Nivîsan a Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş û welatiyên bi navê Tugba Emînoglu, Adîl Kuçuk, Selîm Turay, Mahmut Duymak, Umut Urek, Metîn Karane û Mahsum Erdogan hatin teşhîskirin.
Malbata Tuba Emînoglu ji bo cenaze werbigire hate Xabûrê, malbata Rohat Aktaş jî ber bi Sîlopiyê ve derket rê.
Ji bo Mehmet Îşçî bangawazî
Maseya qrîzê der barê cenazeyên ku nasnameyên wan hatine teşhîskirin de malbatan agahdar dike, beriya demeke ji Mehmet Saît îşçî nûmuneyên xwînê hatibû wergirtin û hate diyarkirin ku bi canezeyekî li Xabûrê ve lihev girtiye. Ji bo malbata Mehmet bang hate kirin ku bi maseya krîzê ve bikevin nava têkîliyan.
Li aliyê din cenazeyê ku li Şirnexê bi awayeke korsonî hate definkirin jî hate hinbûn ku aydî Mehmet Yilmaz e.
(rc)