Jinên Şirnexê bernameyê 8'ê Adarê raghand
15:59
JINHA
ŞIRNEX - Aktîvîstên KJA'ya Şirnexê bernameyê 8'ê Adarê raghand.
Li Şirnexê aktivîstên KJA'yê bernameyê 8'ê Adarê raghand. Endamê Navenda Şêwirmendiya Zahide a Jinan Zeynep Kayaş daxuyanî da û wiha got, "Em 8'ê Adara îsal diyarî hersê jinên siyasetmedarên kurd ên ku li Silopî jiyana xwe ji dest dane dikin." Zeynep anî ziman ku divê di 8'ê Adarê de jin tev li qadan bin û wiha pêde çû, "Em bang li tevahî hevalên xwe ên jin dikin ku li qadan bin. Çi dibe bila bibe divê jin di 8'ê Adarê de derkevin qadan." Zeynep bernameyê 8'ê Adarê wiha raghand:
1 Adarê: Tevahî jinên Şirnexê dê bi aweyek girseyî tevlî mitînga li Silopî bibin
3 Adarê: Dê goristana her 3'ê jinên siyasetmedar bên ziyaret kirin
4 Adarê: Ji bo girtiyên jin wê qert bên şandin
8 Adarê: Jinên ku ber avahiya HDP'ê kombibin wê ber bi Qada Omer Kabak ve meş bikin
(rc)