Nobeta Dayîkên Aştî dewam dike
16:15
JINHA
STENBOL - Meclîsa Dayîkên Aştî ya Stenbolê çalakiya rûnişkandinê a 17. li ber Qesra Dolmabahçeyê pêk anîn.
Endamên Dayîkên Aştî ên Stenbolê ku her çalakiya rûnişkandinê li ber Qesra Dolmabahçeyê bi dirûşmeyê "Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re Azadî" û "Mutabaqeta Dolmabahçe Bila bikeve Jiyanê" pêk tînin di 17. hefteyê xwede berdewam kir. Di çalakiyê de panqertên "Bila maseyê aştî yê ku li Dolmabahçeyê hatî xistin ji nûde bê avakirin", "Em dayîkin, Kurdin, Tikin, Lazin, Çerkezin, Erebin lê dayîkin", "Dayîk dê destûrê nedin şer" û dovîzên "Em ê ji komkujiyê re bêdeng nemînin" , "Jin şer naxwazin" û "Bila tecrît rabe mûzekere despêbike" hatin vekirin.
Dayîk dê di hefteyê bê de jî çalakiya xwe bidomînin.
(rc)