Hevşaredara Sîlopiyê Emîne hate berdan
17:50
Sibat
24
/ 2016
JINHA
ŞIRNEX - Hevşaredara Sîlopiyê Emîne Esmer û xebatkarê şaredariyê Cemal Yîgît bi şerta kontrola edlî ve hatin berdan.
Hevşaredara Sîlopiyê Emîne Esmer û xebatkarê şaredariyê Cemal Yîgît ên ku duh hatibûn binçavkirin hatin berdan. Emîne û Cemal ên ku bi îdiya "endamên rêxistinê ne" "peywira xwe xirab bikaranîn" "xebatên rêxistinî kirin" hatibûn binçavkirin bi şerta kontrola edlî ve hatin berdan. Li ser dosyayê biryara veşarîbûnê hate danîn û qedexeya derketina derveyî welat jî hate dayîn.
(rc)