Ji bo tedewiya Zehrayê ku rastî êrîşa kezzapê hatî banga piştgiriyê

09:05

JINHA

ENQERE - Zehra Elber ya ku rastî êrîşê kezzap ji aliyê hevjînê xwe salê borî hatî, ji ber birînê wê enfeksyon girt carek din rakirin nexweşxanê. Zehra yê ku li Nexweşxaneya Dewletê a Konyayê baş ne hat derman kirin rakirin Nexweşxaneya Hacettpe, di pêvajoya xwe a giran de Zehra dexwaza alîkariyê ji tevahî kesimên bi wîjda kir.

Zehra Elber 6 sal ji aliyê hevjînê xwe rastî şîdetê hat. Her dem ji lêdanê û îşkencê canê wê mor dibû. Hevjînê wê şîdetên giran pêk anî, guhê wê jêkir û ji qata duyem avêt. Zehrayê ku gelek car rastî şîdetê hatî, doza berdanê vekir û ji ber vê salê borî rastî êrîşa kezzapê hat. Can û rûyê wê şewitî û çavek xwe wenda kir. Bi rojan li nexweşxanê ma. Birîna Zehra carek din di vê pêvajoyê de enfeksiyon digre û niha li Nexweşxaneya Hacettepe tê derman kirin.

Piştî ku nexweşxaneya dewletê a Konya rêdike malê birînê wê cardin enfeksiyon digre ji nûde pêvajoya dermankirinê didin despêkirin. Heya ku Zehra dermankirinê wê temam dibe dê li Nexweşxaneya Hacettepe yê Konya bimîne. Zehrayê ku tê derman kirin dervî malbata wê kes nikare bibîne.

Zehra yê ku ewlekariya wê a tenduristî nîne kampanyek giştî li Tirkiyê hat despêkirin. Zehra û malbatê wê ji tevahî mirovên dildar û xwedî wijdan bendê alîkariyê ne. Zehra diyar kir ku ew dixwaze di demek nêzde başbibe û wiha got, "Di temenê biçûk de bi mirovên ku hûn nasnekin re nezewicin."

Zehra çi jiyan kiribû?

Zehra Elberê ku li navçeyê Mamak a Enqerê bi Gokhan Elber re zewicî, 6 sal rastî şîdetê giran hat û guhê wê hat jêkirin. Zehrayê ku dayîka du zarokane, di dawî de doza berdanê dide despêkirin û diçe ba malbata xwe. Gokhan zarokên wê direvîne û dûvre agahî dide ku were zarokê xwe bibîne. Ser vê yekê Zehra kemînê davêje pêşiya Zehra û kezzap bi ser rûyê wê ve dike. Di encamê êrîşê de can û rûyê Zehra dişewite û çavek xwe wenda dike.

Cezayê ku dê bigre girt hesabê û kir

Gokhan Elber piştî bûyerê hat binçavkirin di îfadeyê xwe yê li dozgeriyê de diyar kir ku ew cezayê xwe hesap kiriye û li ser vê yekê ne kuştiye plansaziya kezzap ser wê rijandin kiriye armanc. Derbarê Gokhan de doza 8 sal girtîgeh hat vekirin.

Ji bo Zehra banga piştgiriya tedewiyê

Ji bo kesên dixwazin piştgirî bidin Zehra malbat vê navnîşanê da:

Banqeyê Zîraatê IBAN NO: TR 880001000326546112255

Hesabê Numareyê: 546112255001

(rc)