Jin li Kobanê rêvebertiya Asayîşa Trafîkê dikin

09:06

Zehîda Ehmed/JINHA

KOBANÊ - Asayîşa Trafîkê ji bo rêxistinkirina tevgera kolan, çûn û hatina wesayît û matoran dest bi hemleyek nû dike.

Piştî vegera gelê Kobanê, şêniyê bajêr di nava tevgerên xebatê înşakirina jiyanê de ne. Li aliyê din tevgera kolan çûn û hatina wesayît û matoran bandorek bi tehlûke avadike. Ser vê yekê Asayîşa Trafîkê dest bi hemleya rêxistinkirina tevgera kolanan û çavderiya tevgera wesayîtan kir.

Hejmara endamên Asayîşa Trafîkê 8 jin û 15 mêr pêk tê. Endamên jin ên asayîşê dane diyarkirin ku ew di rojê de 8 demjimêran kar dikin. Derbarê mijarê de Rêvebera Trafîkê Hindrîn Îsmayîl axivî û diyar kir ku her jinek di nav saziyê de xwedî erkek cuda ye û wiha got, "Her yek ji me bi erkekî radibe, yek ji me rêveber e, sê jin jî li serbendên sereke yên bajar disekinin, ew jî li mehetê, meydana gerajê û kolana bazarê cihê xwe digrin. Endamek jî li ser arşîvê disekine û ya din erka wê ew e ku binpêkirinan binvîse û belgeyên wesayîtan ceza xwarine li cem xwe ragire. Li aliyekî din jî rojane dewriyên nav bajêr hene ku kontrola rewşa trafîkê dikin."

Hindrîn Îsmayîl bal kişand ser girîngiya van rêzikan û wiha got: "Em ji gelê xwe yê Kobanê dixwazin ku rêzikên trafîkê bi cî bînin, çênabe tu kes wesayîtê xwe li aliyê rê yê rast bisekinîne, çênabe kesê ku bi temenê xwe kêmî 18 salan e ajokariya motorsîklet û wesayîtan bike. Li aliyekî din divê hemû şewqên li ser wesayîtan ku ne li gorî van rêzikan bin werin rakirin."

Hindrîn derbarê van rizikan de axaftina xwe wiha domand: "Divê hemû motorsîklet û wesayît li navenda Trafîkê ya Kobanê werin qeydkirin, eger pel an jî tabloyên derbarê wan de werin windakirin divê serlêdan li navendê were kirin û ev yek were sererastkirin. Kesê ku li gorî van zagonan jî tevnegere dê rastî cizayan werin kirin."

Hindrîn da zanîn ku rola jinê di vê xebatê de girîng e û wiha axaftina xwe bidawî kir: "Em bang li hemû jinan dikin ku tevlîbûna xwe ji vî karî re bidin çêkirin. Jin wekî mêr û zêdetir dikare kar û xebatê bi rê ve bibe. Ji bo ku em rê li ber pirsgirêk û qezayên ku gelê me rastî wan tê bigrin, divê em hemû ji hev re bibin destek û alîkar da ku em bûyerên bi vî rengî derbas bikin."

(hs/rc)