Dergoşa zarokan ji çandek kevnare tê

09:06

JINHA

COLEMÊRG - Kevneşopiya dergoşa mezinkirina zarokan ji dîrokek kevnare tê. Saîme Dayan da zanîn ku ew li ber dergoşê re hem karê xwe yê dest dikin û hem jî ji bo zarokên wan razin stiranan dibêjin.

Dergoşa zarok têde tê mezinkirin çanda kevnare ya Mezopotamyayê ye, hîna xwe dide berdewam kirin. Tayîbetî jî li deverên sar ên Serhed û Zagrosan ji bo zarok zivistanê serma negirin di dergoşan de baş tên pêçan. Jinên Colemêrgê bi heman çanda kevnare zarokên xwe mezin dikin. Ji jinên Colemêrgê Saîme Dayan diyar kir ku dergoş hem ji bo tendûristiya zarokan başe, hem jî zarok baş radikevin û wiha domand; "Em zarokên xwe di dergoşan de dirazînin û şîr didinê. Em li ber hejandina dergoşê re çîrok û stranan dibêjin heya zarok radikevin. Hinek caran jî em li ber hejandina dergoşê re karê xwe yê destan jî dikin."

(zyd/zt)