''Em li mala xwe yê duyem' li lîseyê bi tecewizê re rû bi rû ne'

09:44

Filiz Zeyrek/JINHA

EDENE - Piştî Cansel Bukse K. ji aliyê mamosteyê xwe ve rastî êrîşê zayendî hat û întîhar kir, jinên lîseyê ên Edenê gotin, "Wek xwendekarên lîseyê em li mala xwe yê duyem 'lîseyê' her roj tevî tacîz û tecevûzan bi cînayetan re rû bi rû mane. Hîna duh em bi Ozgecan ji xew rabûn û îro bi Cansel re rabûnê dewam dikin."

Endamên Komîteyê Jinên Lîse ên Edenê ji bo Cansel Buse K. a ku li Kayseriyê ji aliyê mamosteyê xwe yê bîrkariyê ve rastî êrîşê zayendî hatî û dûvre ji ber mûdirê dibistanê xwestiye ser bûyerê bigre xwe întîhar kiriye duh li Parka Înonû stant vekirin û belevok belav kirin. Di stantê de dovîzên "Ji Ozgecan heya Cansel, gurkirina agirê binefşî" hatin vekirin û bal hat kişandin ku polîtîkayê dewletê a hember jinan Cansel ber bi mirinê ve bir.

'Bi Ozgecan ji xew rabûn û îro bi Cansel re rabûnê dewam dikin'

Jinên ku ji JINHA'yê re axivîn diyar kirin ku berpirsyarê cînayetê jinan zîhniyeta desthilatdariyê ye. Dîlara Akgoz got, "Ji ber şert û mercên şer, pergala desthilatdariyê ji bo qetilkirina jinan ked dide. Ji roja em tên dinê em berdêla dijminê xwe didin û vê berdêlê her roj bi wenda kirina jinek tê pêşbirê me. Li mal, kolan û cihê kar em rastî şîdetê tên. Her kes dizane lîse ji bo me mala duyeme. Em li mala xwe yê duyem li lîseyê bi tecewizê re rû bi rû ne. Hîna duh em bi Ozgecan ji xew rabûn û îro bi Cansel re rabûnê dewam dikin."

'Bedenên tazî rûmeta meye'

Dîlara got, "Hovîtî û terora dewletê a li hember jinan ne tenê li Kurdistanê li Tirkiyê jî em bi aweyek vekirî dibînin. Heya ku em li hember bedenên jinên ku tên tazî kirin û tehşîr kirin bê deng bin dê ev pergal zêdetir bi ser mede bê. Divê em xwedî li bedenên ku tên tazîkirin û tehşîr kirin derên ji ber bedenên tazî rûmeta meye. Divê têkoşîna me li hember pergala desthilatdariyê xurtir be. Divê êrîşakar baş zanibin em ne tirsîn û em ê netirsin. Dê têkoşîna me heya dawî bidome."

'Dorpêça hember jinên lîseyê'

Sabahat Akar jî diyar kir ku divê pergala desthilatdariyê bê guhertin û dawî li komkujiya jinan bê û wiha pêde çû, "Em wek jinên xwendekarên lîseyê dixwaza guhertina pêk anîna hember xwe dikin. Ji bilindbûna pêlavên me heya rengê cilên me û meşên me yê nava kolanê de bin dorpêçê de ye. Divê ev dorpêç bê rakirin. Heya ku ev pêk anîn hebe qetilkirina jinan û şîdet wê bi dawî nebe. Jin bila ji kes netirsin û li her qadê jiyanê têbikoşin. Em çiqas bê deng bimînin em ê ewqas bên kuştin. Divê jin êdî neyên qetilkirin. Bila destê bi xwîn ser jinan rabe."

Jinên lîseyê ji bo çalakiya ku dê di 27'ê Sibatê de li Parka İnonu di saet 13.30'an de pêk bînin tevahî jin dewat kirin.

(rc)