6. Kongreya Yekîtiya Star a Rojava destpê kir

10:20

JINHA

RIMÊLAN - Bi dirûşmeya "Bi Jina Azad re ber bi Sûriyeke Demokratîk ve" 6. Kongreya Yekîtiya Star a Rojava li bajarê Rimêlan dest pê kir.

Li bajarê Rimêlan, Salona Çand û Huner a Aram Tîgran 6. Kongreya Yekîtiya Star despê kir. Kongre bi amadebûna hejmareke zêde ji jinan destpê kir. Di kongre de 250 delege û 600 mêvan tevlî bûne. Salon bi pankartên wekî "Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye", "Azadiya Rêber Apo Azadiya Jinê ye" û bi wêneyên pakrewanan hatiye xemilandin. Hemû jinan jî xwe bi cilên gelêrî xemilandin. Wê axaftina vekirinê ji aliyê Rûşen Qamişlo ve were kirin. Mêvan ji Şengal, Başûr, Şam, jinên Ereb û Suryan û enternasiyonal jî tevlî kongre bûne. Saziyên ku tevlî kongre bûne ev in; nûnerên partiyê siyasî, Civakî, YPJ, Asayîşa Jinê, Tevgera Jinên Ciwan, Şaredarî, Saziyên Civaka Sivîl, Weqifa Jina Azad, Hêza Parastina Cewherî, Dîplomasiya TEV-Dem'ê û Saziyên Civakî yên giştî. Herwiha ji rêveberiya xweser jî hejmareke pir delege û mêvan beşdar bûne.

Di vê seatê de kongre destpê kir. Tê payîn ku piştî axaftina vekirinê peyamên rêxistin û saziyan were xwendin. Di berdewamiya rûniştina kongreyê de rapora xebatê ya Yekîtiya Star pêşkêş bibe û were nirxandin. Paşê jî derbasî nîqaşên li ser mijarên siyasî û rêxistinî bibe. Bername û esasnameya Yekîtiyê jî dê were xwendin û nîqaşkirin. Herî dawî jî dê pêşnûmebiryar û plansazî were kirin û kongre bi hilbijartina meclîsê ber bi dawî ve biçe. 6. Kongreya Yekîtiya Star dê du rojan bidome.

(kom/rc)