Îro peykerê berxwedanê li Silêmaniyê tê danîn

10:31

JINHA

SILÊMANÎ - îro li bajarê Silêmaniyê peykerê berxwedaniyê ku ji bo berxwedana Kobanê hatiye çêkirin li pêş walîtiya bajêr tê danîn.

Îro bi merasîmek girseyî peykerê berxwedaniyê ku ji aliyê peykersazê binav û deng Zîrek Mîre ve hatiye çêkirin li pêş Walîtiya bajarê Silêmaniyê tê danîn. Peykerê berxwedanê ji bo berxwedaniya Kobanê hatiye çêkirin. Peykerê jinek bi cilên gerîla wek sembola berxwedaniyê ye. Ev peyker di merasîmek girseyî de bi tevlî bûna hijamarek zêde ji welatiyan wê diyarî Kobanê bê kirin.

Bilindahiya peykerê wê dema merasîmê bê eşkere kirin lê bilindahiya wî ji 10 metroyan zêtire. Herweha nêzî salekêye li ser vî peykerî hûnermend Zîrek Mîre bi hevkariya jinên Hunermend û peykertiraşa Kurd li Başûrê Kurdistanê Asos Caf hatiye çêkirin.

(şb/rc)