Parazvanên mafê Mirovan: Ji bo Surê bila korîdora jiyanê bê vekirin

11:15

JINHA

STENBOL- Seroka Şaxa ÎHD'ya Stenbol Zeynep Ceren Boztoprak û Endama Bloka Aştî Parêzer Zûleyha Gûlûm, banga rewastandina binpêkirina mafê mirovan ên ku li Kurdistanê pêk tên kirin û wiha gotin, "Divê hevgirtinên li Tirkiyê mezin bibe û herkes piştgirî bide.

Hîna komkujiya jêrzemîna wehşetê ya Cizîrê di hişê mirovan de zindiye, li gel vê yekê hêzên dewletê û desthilatdariyê bê navber êrîşê Kurdistanê dikin. Parazvanên mafê mirovan yê Tirkiyê li hember êrîşan ketin nava liv û tevgerê. Zeynep Ceren Boztoprak û Zûleyha Gûlûm diyar kirin ku ew li Sûrê jî bi tabloyek hovane re rû bi rûne û anîn ziman ku mekanîzmayên hiqûqê tev hatî binpêkirin. Her wiha balkişandin ser bê dengiya Ewropayê û ji bo ku Sûr wek Cizîrê nebe bang li raya giştî kirin.

'AÎHM, Netewên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa li hember vê sucê bêdeng man'

Seroka Şaxa ÎHD'ya Stenbol Zeynep Ceren Boztoprak diyar kir ku piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê binpêkirina mafê mirovan gihêştiye astek bilind û wiha got, "Komkujî û pêkanînên ku îro li Kurdistanê tê kirin ji polîtîkayê komkjiya salên 90'î girantire. Di serî de dewlet mafê jiyanê binpêdike. Mekanîzmayên hiqûqên hundirîn, ji dewrê derketiye. Di serî de AÎHM di navede Netewên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê li hember vê yekê bê deng dimîne."

'Em nikarin êdî binpêkirina mafan zelal bikin û asteng bikin'

Zeynep da zanîn ku dewlet dixwaze li Surê jî heman hovîtiyê bike û wiha got ji bo pêşî li vê yekê bigrin her roj banga piştgiriyê dikin. Zeynep bilêvkir ku li Surê 85-86 roj qedexe û êrîş didome û wiha got, "Em nikarin êdî binpêkirina mafan zelal bikin û asteng bikin."Ligel êrîşê medyayên navendî û tundiya dewletê, hişyarbûn divê pêşkeve û ji komkujî û şer re divê bê gotin bese."

'Divê mûzakere despêbike'

Endama Bloka Aştî Parêzer Zûleyha Gûlûm destnîşan kir ku şerek ne hatî îlankirin li Kurdistanê pêk tê û li gorî rêgezên şer tevnagere û wiha got, "Ên ku dibêjin aştî xayîn tên îlan kirin. Konsepta şer li hember Kurdistanê û Suriyê dixe dewrê û pêvajo dixwaze bi rêve bibe. AÎHM derdek wî a lêkolîna binpêkirina mafê mirovan nîne. Ji dewletê agahî girtin û biryar dayîn ne hiqûqiye. Divê em AÎHM'ê bi erkê wî bidin hesandin. Dadgeha Zagona Bingehîn bêdengiya xwe diparêze. Ji bo Surê bila korîdora jiyanê bê vekirin."


(rc)