Ji warên Sêvêyan tax bi tax amedakriyê 8’ê Adarê

11:24

JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnexê îsal jin zû dest bi amedekariyên 8’ê Adarê kirin. Bi pêşengiya KJA’yê jin dê di navbera 1-8’ê Adarê de tax bi tax bernameyên pîrozkirinê li dar bixin û dê di 3’ê Adarê de jî biçin ser gora Sêvê, Fatma û Pakîze ku di dema berxwedana rêveberiyên cewherî de hatin qetilkirin.

8’ê Adarê ku di têkoşîna jinan de yek ji kevirê kîlometreyan e, dê jin di 8’ê adara ku dikeve sala 106’an li her derê cîhanê li qadan pîroz bikin. Vê 8’ê Adarê de jinên Şirnexî bi gelek wateyên girîng pêşwazî bikin. Li Botanê ku rojên berxwedana rêveberiya cewherî tê jiyîn, jinên Şirnexî bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) bi dirûşmeya “Bi Ekînan û heta Sêvêyan xwerêvebirin tên rêxistinkirin” di navbera 1-8’ê Adarê de çalakiyan li dar bixin.

Ji berxwêdêrên rêveberiyên cewherî re hat diyarkirin

Endama Koordînasyona KJA’yê ya Şirnexê Şehrîban Altinişik ku der barê çalakiyên li dar bixin de agahî da û da zanîn ku dê ew ê vê 8’ê Adarê diyariyê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Uyar û jinên ku bedenên wan hatin teşîrkirin re bikin.

Tax bi tax çalakî

Şehrîban anî ziman ku roja 8’ê Adarê roja ku jin bi reng û hişmendiya xwe li qadan bin e û wiha got: “Em ê wekî jinên KJA’yê hewl bidin ku li hemû qadan jinan derxin derva. Em ê li navenda Şirnex, gund, bajarok û gundên wê 8’ê Adarê bi semîner, panel, şano û fîlman pêşwazî bikin. Em ê li hemû taxan behsa girîngiya 8’ê Adarê bikin.

‘Ev pêvajo ji bo jinan girînge’

Şehrîban diyar kir ku li her qadî jin ji aliyê dewletê ve hedef in û wiha dom kir: “Em ê li hemberî vê yekê bêdeng nemînin. Di berxwedana Botanê de hewl dan pêşengiya jinan ji holê rabikin û jinan ji xwe re kirin hedef. 42 roj in têkoşîna jinan tê meşandin, lê dê ev pêvajo bi pêşengiya jinan pêş bikeve. Çi bikin bila bikin em ê netirsin. Yên ku pêşengiya vê pêvajoyê bikin û serkeftinê bînin jin in. Vê pêvajoyê ji bo me pir girîng e. Ji ber wê jî em wekî jin bi pêşengiya KJA’yê çi ji destên me bê em ê bikin.”

Şehrîban bernameya 8’ê Adarê ya ku li Şirnexê pêk bê wiha vegot: “Dê di 1 û 2’yê Adarê de li hemû taxan bernameyên me hebin. Em ê di 3’yê Adarê de li taxan bên gel hev û bi pêşengiya KJA’yê goristana ziyaret bikin. Em ê di şexsê Sêvê, Pakîze û Fatma de hemû şehidên azadiyê bi bîr bînin. Her sê jin pêşengên vê têkoşînê bûn û kedekî mezin dan jinên Şirnexê. Em ê jî wan bi bîr bînin. Em ê di 4’ê Adarê de qert rê bikin rêhevalên xwe yên di girtîgehan de ne. Hevalên me yên jin li ku derê dibin bila bibin em ê li gel wan bin. Em ê bi van çalakiyên xwe ji hevalên xwe yên jin ên ku di zindanan de ne re bêjen ‘Me we ji bîr nekir’. Dê di 5-6 û 7’ê Adarê de jî li taxan çalakiyan li dar bixin. Em ê di 8’ê Adarê de jî bi pêşengiya KJA’yê li ber avahiya DBP’ê bên gel hev bi reng û dirûşmeyên jinan bimeşin Qada Omer Kabak.”

Şehrîban herî dawî bang li hemû jinan kir ku bi hişmendiya azadiyê ya 8’ê Adarê kir ku dakevin kolanan.

(go/rc)