Tugba ya ku li Cizîrê hatî qatilkirin ji JINHA'yê re axivî bû

11:50

JINHA

ŞIRNEX- Tugba Emînoglu a ku di jêrzêmîna wehşetê de li Cizîrê hatî qatilkirin û cenazeyê wê hatî teşîskirin, di roja duyêmîn a dorpêçe de wiha goti bû:"Serekwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu dê Cizîr û Silopî çawan azad bike, bi qetilkirinê? Em bi serkeftina gel bawerin."

Tugba Emînoglu a ku di jêrzêmîna wehşetê de li Cizîrê hatî qatilkirin û cenazeyê wê li ATK Deriyê Sînor hatî teşîskirin wê îro li Elihê were definkirin. Tugba Emînoglu di roja duyemîn a dorpêçê de ji mikrofona JINHA yê re axivî bû. Tugba axaftinê Ahmet Dagutoglu ya ku beriya biçe Bûlgarîstanê li balefirgiha Esenboga gotibû 'Em ê Cizîrê û Silopî çiqas axa me heye em ê azad bikin û aramî binin' nirxandibû.

Tugba gotibû "Ahmet Davutoglu dê çawan Cizîr û Silopî azad bike, bi valakirin û qetilkirinê? Niha li Cizîrê qedexeya derketina kolanan heye û jinên Cizîrê bi tilîliyan pêşwazî kir. Gelê Cizîr ê ji xwe azade, ên ku azadiya gel asteng dikin ji xwe dewlet bi xwe ye." Tugba da zanîn ku fereseta Ahmet Davutoglu yê azadiyê bi qetilamê ye û wiha pêde çû, "Wiha difikire ku dema Cizîr ji mirovan vala bibe dê azad bibe. Gelê Cizîrê di berxwedanê de ye û baweriya me bi serkeftinê gel heye. Serkeftin dê ya gelê vir be. Di berxwedanê de mijarê herî balê min kêşand ne tirsa gelê Cizîrê bû. Hêzek xurt a serkeftinê heye bi gel re. Li vir dayik, ciwan, zarok û kal hemû bi hevrê di xabitin. Gele Cizîrê bi bewerik mezin tevlî berxwedanê dibin."

(dt/rc)