RJAK: Civak ne azade eger jin tê de azad nebe

12:15

JINHA

SILÊMANÎ - Rêxistina Jinên Azad a Başurê Kurdistanê bi boneya 8'ê Adarê daxwiyaniyek nivîskî weşand û raghand ku 8'ê Adarê yek ji wan rojane ku hêza serdest û deshilatdar bi şewitandina jinan xwastin dengê azad yê jinan bi her awayî tune bike.

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistan (RJAK) ji bo 8'ê Adarê roja cihaniya jinan daxwiyaniyek da çapemeniyê. RJAK di daxwiyaniya xwe de bal kişand ser têkoşîna jinan û wiha got: "Têkoşîna jinên cîhanê bi pêşengiya Kilara û Roza destpêkir û bi Leyla Qasim, Zîlan û Viyananan berdewam kir û heya niha jî didome û roj bi roj bilind dibe."

RJAK ragihand ku 8' ê Adarê yek ji wan rojane ku hêza serdest û deshilatdar bi şewitandina 129 jinan di kargehê de xwastin dengê azad yê jinan bi her awayî tune bikin û wiha domand: "Îro jî jin wek li Şengalê bûn qurbaniyê pergala DAÎŞ'ê û wek kole di bazara reş de hatin firotin. Niha jî bi hezaran jin di destê DAÎŞ'ê dane. Herweha Boko- Haram jî ku tu cûdahiyê xwe ji DAÎŞ ê nîne, êrişa jinên Naîcîriya û li Efxanistan jî li ser kolanan jin tên recim kirin. Herweha li Îranê jî destdirêjiya ser jinê rewa tê dîtin û ji recim heya sêdare hemû cureyên tundiyan li ser jinê pêk tînin. Lê li hember wan êrîşan jinên wek Ferînaz Xwesrewanî xwedî helwesta herî bi rûmet bûn û mohra xwe ji têkoşîna dîrokê dan. Herweha di nav têkoşîna jinên Kurd jî kesayetên wek Leyla Qasim, Sakîne Cansiz, Viyan Soran, Şîrîn Elemhulî, Şîlan Kobanê, Arîn Mîrkan, Neqîb Rengîn û hwd. ku mînaka berçav ya jinên azadin, dan xwiya kirin ku jin bi berxwedanî kare bibe pêşenga civakê."

RJAK, 8'ê Adarê ji tevhî jinan bi taybet jinên li serê çiya, di girtîgehan, li qadan û ji tevahî jinên kedkar pîroz kir û wiha pêde çû, "Em wek RJAK soza xwert kirin û dawî anîna ji tundiya ser jinê didin. Em berxwedana li Bakurê Kurdistan bi pêşngiya jin tê kirin silav dikin û bejina xwe li hember şehîdên vê berxwedaniyê ditewînin."

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistan (RJAK) di dawiya daxwiyaniya xwe de bang li hemû jinên cîhanê kir yekêtiya xwe xwert tir bikin û got: "Civak ne azade eger jin tê de azad nebe ji bo wê jî sed sala 21. sedsala jinan e. Ji bona birêvebirina pergala demokratîk di cîhanê de, pêşengiya jinan kilîta çareseriya hemû pirsigirêkên cîhanê ye. Em bang li hemû jinan dikin ku bikevin nava hewldanan ji bo li darxistina konferansa netewî ya jinên Kurd. Ji ber dijminên gelê Kurd û dijminê jinan li her derê yeke û bi yeketiya netewî em karin dawî li vî dijminî bînin."

(şb/rc)