Polîsan êrîşê merasîma cenazeyê kir
13:51
JINHA
COLEMÊRG - Li Colemêrgê polisan êrîşên merasîma veşartina cenazeya Erdal Şahîn kir. Di encamê de gelek kes hatin binçav kirin û serxwe da çûn.
Ciwanê bi navê Erdal Şahîn yê ku çûyî serdana mirovên xwe û li wir di qata jêrzemînê de hat qetil kirin, ji bo veşartinê cenazeyê wî iro li Colemêrgê merasîm hat li darxistin. Di merasîma veşartina cenazeyê de dema ku girse dixwest di konvoya erebeyan de bibin goristana Serê Sola raste rast polisan mudexele kir û êriş li goristanê kir. Gelek kes serxwe de çûn. Di encamê da gelek kes ya ku hejmara wê nehat zanîn hatin binçav kirin. Ligel tevahî astengî û êrîş gel cenazeyê Erdal spart axê.
Di merasîma veşartinê de parlementerê HDP 'ê Colemêrgê Nihat Akdogan axivi. Nihat diyar kir ku hikumeta AKP'ê dîsa nişanî tevahiya Cihanê da ku çi eleqeyan van bi misilmaniyê tune ye pişti axiftina Nihat girse bêdengi belav bûn û berê xwe dan kona sersaxiyê.
(zyd/rc)