Yekîtiya Star a Efrînê kongre pîroz kir
14:11
JINHA
EFRÎN- Endama Rêveberiya Rêxistina Yekîtiya Star a kantona Efrînê Şêrîn Hesen 6. Kongreya Yekîtiya Star a ku îro li Kantona Cizîrê tê lidarxistin, pîroz kir û tevlînebûna delegeyên Efrînê ji ber rewşa şer ku li heremê diqewime û pirgirêka ewlekariyê ravekir.
Endama Rêveberiya Rêxistina Yekîtiya Star Şêrîn Hesen bi daxuyaniyekê kêfxweşî û baweriyên xwe yê bi serkeftina kongreya 6'mîn anî ziman û ev yek li tevayî jinên Rojava pîroz kir. Her wiha mêvanên ku peşdarî kongreyê jî bûne silav kir û got: "Em ji her jinek re ku ji bo azadiyê tevlî xebat û têkoşînê dibe bi rêzdarî nêzîk dibin. Jixwe rêxistina Yekîtiya Star bi armanca gihîştina jin, avakirina civak û jiyaneke azad û demokratîk xebat dike. Ji bo wê her jineke ku di nava vê xebatê de jî çalak e, em ji kantona Efrînê wan silav dikin."
Şêrîn destnîşan kir ku wan hêvî dikir tevlî kongrê bibin lê ji ber dorpêça li ser heremê û êrîşên ku di demên dawî ji aliya dewleta tirk û komên çete li ser kantonê pêşdikevin, nikarîbûn bên û wiha domkir: "Me bi hejmareke 25 kes ji kantona Efrînê û 5 kes ji Helebê ji bo tevlîbûna kongrê amedekarî kiribû. Em bi moreleke mezin li bendê bûn tevlî kongreyê bibin û bi tevayî endamên Yekîtiya Star re kom bibin. Lê mixabin ev rewşên neyînî bûn asteng."
Şêrîn diyar kir ku ji dema rêxistina Yekîtiya Star ku di sala 2005'an ve hatiye avakirin û heya roja îro jin di rojava de çalak bûne û wiha berdewam kir: "Jinan di tevahî qadên tekoşînê de li hember hişmendiya mêr û êrîşkariya ku nûnertiya zihniyeta zilam dikin li berxwe didin. Jina Kurd rêya xwe ya azadiyê di perspektîfên Rêber Apo de dît. Lêhûrbûna jinan li ser van perspektîfan bi rêya perwerdeyên ku ji aliyê Yekîtiya Star ve hatine amedekirin pêkhat. Di van perwerdeyan de jin bêtir bi ronahî û zane bûn."
Şêrîn got ku pêşketina jinan di Rojavayê Kurdistanê de û pêşengtiya wan ya di tevayî qadên siyasî, diplomasî, civakî û leşkerî de ji bo tevahî jinên cîhanê re jî bûye mînak û wiha dirêjî da axaftinên xwe: " Em tucarî vê yekê ji bîr nekin ku jinên ku li çiya jî têkoşîn kirine ji bo jina kurd di Rojava de wêrekî û hêz daye. Bi hezaran jin şehîd bûne û di ber vê xakê de canê xwe dane. Ger em îro derfetên lidarxistina kongreyê xwe dibînin bê guman bi saya wan e."
Şêrîn Hesen di dawiya axaftinê xwe de wiha got: "Bi ruhê şoreşa Rojava ku şoreşa jinê ye em silavê xwe ji gelê bakurê kurdistanê yê berxwedêr re jî dişînin û vê kongreyê li jinên ku li wir bi xwîna xwe dîwarên şaristaniya desthilatdara hildiweşînin û dîroka mirovatiyê jinûve bi xwîna xwe dinivisin re jî rê dikin. Em dibêjin ku şoreşa Rojava bi vîna civakê bi ser ket û em bawer dikin ku jin wê li bakurê kurdistanê jî şoreşa azadiyê bi ser bixin. Ev yek jî bi feraseta jina azad û civaka azad re ew ê pêkan bibe."
(fr/zd/rc)