Koordînasyona KJA a Wanê bernameyê 8 Adarê eşkere kir

16:10

JINHA

WAN- Koordînasyona KJA'yê ya Wanê, bi minasebeta 8'ê Adar'ê Roja Jinên Cîhanê bernameya çalakiyên dê li bajêr bêne lidarxistin diyar kir.

Koordînasyona KJA'yê ya Wanê, bernameya xwe yî çalakiyên bo 8'ê Adar'ê Roja Jinên Cîhanê li avahiya DBP'ê ya bajêr bi civîneke çapemeniyê diyar kir. Di civînê de endama KJA'yê Ayşegul Abûkan axivî. Ayşegul diyar kir ku pergala serdestiya mêran di her demên dîrokê de jin ji xwe re kiriye hedef û dest nîşan kir ku 8'ê Adarê ji aliyê têkoşîna jinê ve zaf girîng û watedar e. Ayşegul ku got, "Dema zalim dest bi zilmê dikin, jin berxwedanê li xwe dinixumînin" wiha axivî, "Li hemberî hemû feraseta serdestiya mêran divê em cewhera rêxistinbûyînê, asta têkoşîna xwe, hezkirina xwe yî azadiyê careke din li qadan biqîrin." Ayşegul bo jinên wanî bi şîara "Jin bo Rêberê xwe û azadiya xwe têdikoşin" banga beşdarbûna bi awayekî girseyî ya çalakiyên 8'ê Adarê kir û bernameya çalakiyan diyar kir.

Bernameya Wanê ya 8'ê Adarê ev e:

2'yê Adarê

* Dê li Erdîşê hilberînên "Bûka Baranê" û yên li atolyeya keda jinê bên pêşandan. Dê sînevîzyon pê pêşandan û vekirina parka li peravê pêk bê.

*Dê li navçeya Elbakê serdana malbatên bedeldayî bê kirin.

*Dê li Qada Erekê ya navçeya Îpekyolûyê pêşandana sînevîzyonê û meş bê lidarxistin.

*Dê li navçeya Ebexê meş bên lidarxistin.

3'yê Adarê

*Li navçeya Artemêtanê dê der barê 8'ê Adrê de panel bê lidarxistin.

*Li navçeyên Wanê yên navendî û li taxên navçeya Tûşba û Payîzavayê dê pêşandana sînevîzyona û meş bên lidarxistin.

4'ê Adarê

*Li postexaneya Wanê ya navendê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê dibin tecrîdê de ye û bo jinên li girtîgehên Kurdistanê girtî ne dê qert bên şandin.

5'ê Adarê

*Dê li Parka Mûsa ENter a li navendê saet di 10.00'an bi beşdarbûyîna Hevseroka HDP'ê ya Giştî Fîgen Yuksekdag mîtîngek bê lidarxistin. Dê Parlementerên HDP'ê yên Wanê, Hunermendên MKM ya Stenbolê Nûrcan Degîrmencî û Keweser Colemêrg jî beşdarî mîtîngê bibin.

6'ê Adarê

*Li Wanê dê panela "Têkoşînên Civakiyî û Jin"ê bê lidarxsitin.

*Li navçeya Şaxê dê daxuyaniya çapemeniyê û pêşandana sînevîzyonê bê lidarxistin.

7'ê Adarê

*Dê li Parka Sanatê ya li navendê ye pêşangeha wêneyan bê vekirin û dê serdana malbatên di pêvajoya pevçûnê de zarokên xwe windakirine bê kirin.

8'ê Adarê

*Dê vekirina Bazara Keda Jinê pêk bê.

(rc)